Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan 2025-11-07 09:58:13 WAN - Di nava du salên dawî de li Wanê 28 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Felek Babur a TJA’yî diyar kir ku ev mirinên biguman ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ne û got: “Li pişt her mirineke biguman malbat û mêr hene.”   Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê li dijî jinan tundî, destdirêjî, tecawiz û qetlîam roj bi roj zêde dibin. Li Wanê di nava du salan de herî kêm 28 jin bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dan. Navçeya herî zêde ya ku mirinên biguman lê rû didin jî Qelqelî ye. Mirinên jinan wek “întihar” an jî “qeza” hatin qeydkirin. A balkêş ew e ku mirinên biguman û girtina lêpirsînan wan dişibin hevudin. Mirinên biguman ên ku li gund an li navenda bajêr rû didin û faîl nayên tespîtkirin îdiaya tevgerên jin a “lêpirsîneke xurt nehatiye kirin” piştrast dike.     Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Felek Babur, diyar kir ku qetlîamên jinan ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ye û ev tişt got: “Qetlîamên jinan wekî li Tirkiyeyê li Kurdistanê jî zêde pêk tên. Sedema vê ji ber bêhiqûqî û polîtîkayên bêcezakirinê ye. Faîl dibêje ‘ez ê bikujim û 1-2 sal di hefsê de bimînim û derkevim’ vê rewşê derdixe holê. Nexasim pirsgirêkên ku bi TJA’yê re tên parvekirin, tiştên wiha tên ragihandin. Em li ser van bihîstinan bi jinan re dikevin têkiliyê. Em ne bawer in ku jinek bi zanebûn û bi xwesteka xwe intihar dike. Wan neçarî intiharê dikin. Civakek feodal û zilamsalar e. Li gel qeyranên aboriyê û tundiyên psikolojik polîtîkayên şerê taybet jî li ser ciwan û jinan zêde bûne.”   ‘JI SEDÎ 5’AN DERKETE JI SEDÎ 40’AN’    Felek Baburê, rave kir ku li tevahiya bajêr mirinên biguman zêde bûne û wiha pê de çû: “Di salên 2015-2016’an de ev rêje ji sedî 5 bû, îro dora sedî 40 zêde bûye. Ev rewş me dixe metirsiyê. Em bi civakekek rizandî re rû bi rû ne. Nexasim di salên dawî de li ser medyaya dijîtal kêmînên li dijî ciwan û jinan hene. Piştre bi gef û şantajan ji wan re dibêjin ‘ger hûn daxwazên me bicih neyînin em ê axaftin, wêneyên we ji malbatên we re bişînin’. Em di civakek feodal de dijîn û jin ji ber van gefan ditirsin. Jin dizane ku dê ji aliyê bav, bira û xizmên xwe ve zirarê bibîne. Ji ber ku wek ‘namûs’ li jinê dinêrin loma ev tişt rû didin. Em vê yekê qebûl nakin, em ne mal û namûsa kesê ne. Mêr dixwaze li ser jinê xwe serdestiya xwe ava bike û jinê bixîne. Dibêjin ‘ger tu daxwazên min bicih neynî ez ê dawî li jiyana te bînim.’ Carînan bi destê zarokên wê ve tê qetilkirin. Dayikek tu car naxwaze ku zarokê wê bibe qatil, ji ber ku zarokên xwe difikire dawî li jiyana xwe tînin. Li pişt her mirineke biguman malbat û mêr hene.”    Felek Baburê, diyar kir ku TJA bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe û veguherîn dê bi destê jinan pêk were û got: “Jin nebin jiyan nabe. Veguherîn di destê jinan de ye. Em ê avakirina civaka demokratîk jî bi hev re pêk bînin.”   TUNDIYA ABORIYÊ    Bi domdarî Felek Baburê destnîşan kir ku qeyrana aboriyê jî li ser mirinên jinan bandor dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî hemû deverên Tirkiyeyê, li Wanê jî qeyrana aboriyê heye. Sedama herî girîng yek jê bêkarbûn e. Jin û ciwanên piştî xilaskirina dibistanê bêkar dimînin, zêde ne. Bêkarbûn zêde ye, lê li Wanê em rastî îlanên kar jî tên. Ez jî carnan diçim, serî lê didim ka kar heye an na. Li temen dinêrin, nexasim dibijên ‘nabe, divê ciwanên 16-17 salî bin.’ Armanca wan ew e ku ciwanan bi bihayê erzanî bi rojane bidin xebitandin. Li ser medya dijîtal, li ser navê derfeta kar mecbûrî xwe dikin. Ev yek carînan bi fihûş, tiryakê ve bi encam dibe. Li pişt her mirineke biguman polîtîkayên bêcezakirinê hene.”    ‘JIN TÊN BÊDENGKIRIN’    Di berdewamê de Felek Baburê, rave kir ku jinên ku dixwazin bi qeyrana aboriyê re têbikoşin bi astengiyên malbatê re rû bi rû dimîniln û wiha pê de çû: “Gelek jin û ciwanên ku ji bo alîkariyê tên dibêjin ‘bila malbata min nizanibe’. Gelek caran bi dayik û xweşkên xwe re tên. Lê haya bav û bira jê çênabe. Dibêjin ‘bav an hevjînê min bizanibe, dê min bikuje’. Heya ji me tê em piştgiriyê didin û diaxivin. Dema hewce bike em alîkariya dêrûnas û parêzeran jî didin. Gelek malbata naxwazin ev bê zanîn. Lê mixabin bi tirşe ve tên bidengkirin.”    PIŞTEVANIYA BI JINAN RE    Felek Baburê destnîşan kir ku xeta têkoşînê xurt kirine û jinan tevli jiyana komunal dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hinek projeyên min hene. Projeyên me bi hevlkariya şaredariyê re wek malên pitşevaniyê, stargeh hene. Em hinek cihan ji bo jin karibin berhemên xwe lê bifroşin û aboriya xwe dabîn bikin çêdikin. Mînak îsal me li gelek deveran bi derfetên xwe bi awayeke komunal çandinî kir. Jinan hunerên xwe pêşan dan. Ev pirsgirêk ne tenê ya jin û Kurdan e ya hemû kesan e. Em li nava heman civak û erdnîgariyê de dijîn. Divê her kes li dijî vê pirsgirêkê serî hilde û hesas be. Divê derfetênn kar bên zêdekirin. Divê herkes ji hêz û ji hebûna jinan haydar be.”   MA / Zeynep Durgut