Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî 2025-11-06 14:45:47 AMED - Girtiyê bi navê Zekî Bulut ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin di 4’ê Mijdarê de qeyrana dil derbas kir. Bêyî ku agahiyê bidin malbata Bulut, wî anjiyo kirin.   Zekî Bulut (39) ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin di 4’ê Mijdarê de qeyrana dil derbar kir. Îdareya girtîgehê agahî neda malbata Bulut. Hat zanîn ku duh Bulut, li Nexweşxaneya Dewletê ya Burdurê hatiye anjiyokirin. Malbata ku ev 2 roj in agahî bi wan re nehatiye parvekirin, diyar kirin ku îro li girtîgehê geriyane lê bi midurê girtîgehê re nedane axaftin. Malbatê diyar kir ku ji ber dûrbûna girtîgehê maxdûr in û destnîşan kir ku dê derbarê girtîgehê de serlêdana sûc bikin.   Bulut ê ku ji doza PKK'ê cezayê muebeda giran xwariye, ji sala 2008’an vir ve girtî ye. Hat diyarkirin ku ev 8 sal in Bulut, di hucreya yekkesî de tê ragirtin.