Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin 2025-11-05 09:34:53   AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku meclis a ku yek ji faktorên herî mezin ên derketina holê ya pirsgirêka Kurd e, divê di warê çareseriyê de roleke pêşeng bilîze û got: "Qanûnên entegrasyonê yên ku bên amadekirin jî, divê li gorî hewcedariyan bin."   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bi ragihandina Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Qendîlê di 26'ê Cotmehê de ku dest bi vekişîna hêzên xwe ji Tirkiye û Kurdistanê kir, ket qonaxeke nû. Bi vê gavê re, careke din bal çû ser gavên berbiçav ên ku divê dewlet û desthilat bavêjin.   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz ku ji aliyê komîsyona li Meclisê hat guhdarîkirin û di 11'ê Tîrmehê de beşdarî merasîma şewitandina çekan a li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe bû, der barê pêşketinên di çarçoveya pêvajoyê de nirxandin kir.   Yilmaz, bal kişand ser girîngiya gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatine avêtin û got ku ev gav nîşan didin ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de gelek astengî hêdî hêdî tên derbaskirin. Yilmaz, bi bîr xist ku di pêvajoyên aştiyê yên berê de, wekî gava 26'ê Cotmehê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, gavên bi vî rengî hatine avêtin û got ku van hewldanan bi aştiyeke mayînde encam nedaye. Yilmaz, anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd hîn jî didome û got: "Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de amadekariyên rêziknameyek qanûnî ya ku dê hemû milîtanên PKK'ê yên ku di 11'ê Tîrmehê de çekên xwe şewitandin û piştî biryara 26'ê Cotmehê ji Tirkiyeyê vekişiyan bigire nav xwe, werin bicîhanîn."   ‘DIVÊ KOMÎSYON HEVDÎTINÊ BI BIRÊZ OCALAN RE BIKE'   Yilmaz, bilêv kir ku salek e nemirina mirovan girîng e û got ku nîqaşeke zelal a li ser raman û perspektîfên aliyên nakok ên li ser vê mijarê dê tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Yilmaz, diyar kir ku rasterast muxatabê vê jî Abdullah Ocalan e û got: "Ji ber ku ew di destpêkirina vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke girîng girtiye ser xwe, divê komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin rasterast bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike."   ROLA MECLISÊ   Yilmaz, li ser gavên ku divê piştî biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişîna ji Tirkiyeyê werin avêtin rawestiya û got ku meclis ku yek ji faktorên herî girîng di derketina holê ya pirsgirêka Kurd de ye, divê di çareserkirina wê de bi rêya qanûnên lı gor mafên mirovan ên gerdûnî roleke pêşeng bilîze. Yilmaz, got: "Li vir yekem û lezgîntirîn gav divê ew be ku şert û mercên vegera nava civakê, hatina welêt û cem malbatên xwe a milîtanên PKK'ê, werin misogerkirin. Ger li ser danûstandin û aştiyê nîqaş bê kirin, divê rêziknameyên qanûnî yên ku dê werin pêşxistin - ji zimanê wan bigire heya pêkanîna wan - ji bo her du aliyan jî qebûlker û neastengker bin."   Yilmaz, destnîşan kir ku divê qanûnên ku ji bo çekdarên PKK'ê bên derxistin divê ne sînordar bin û got: "Divê pêşnûmayeke qanûnê were amadekirin ku hemû kesên xwe wekî PKK'yiyan tînin ziman bihewîne û tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bike. Bi rastî jî divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin. Divê bi feraseta dewleta klasîk nêzîkatî li vê meseleyê neyê kirin."    MA / Rûkiye Payiz Adiguzel