‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye' 2025-11-02 15:33:42   ANTALYA - Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di civîna danasînê ya li Antalyayê de qala armancên însiyatîfê kir û got: “Em ji bo avakirina yekitiya neteweyî, demokrasî û xurtkirina aştiyê ketin rê. Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye.”   Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li navçeya Kepez a Antalyayê li eywanekê civîna danasînê li dar xist. Li eywanê pankarta “Em yekitiya xwe bi hev re ava bikin” bi Kurdî û bi Tirkî hat daliqandin. Tevî Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek welatî beşdarî civînê bûn.   Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Cevdet Çaglar axaftina destpêkê kir û qala armanca damezirandin û xebatên xwe kir.   ‘EM JI BO YEKITIYÊ KETIN RÊ’   Piştre Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, qala armanc û hedefên xwe kir. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, destnîşan kir ku berî 6 mehan wek saziyeke dixwaz hatine avakirin û got: “Em ji bo avakirina yekitiya neteweyî, demokrasî û xurtkirina aştiyê ketin rê.” Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku xebatên xwe tevî 301 delege û sekreteryaya ku ji 36 kesan pêk tê didomînin û wiha pê de çû: “Delegeyên me sedî 60 ji gel in, ji sedî 40 jî ji partiyên siyasî ne. Ji bo xebatên me di bin bandora partiyekî de nemînin em pêşengiyê didin îradeya gel. Em ê bi ruhê yekitiya neteweyî li dijî talana xwezaya Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet, qetlîama jinan û polîtîkayên sixûrtî û tiryakê têbikoşin. Sedsaleke din a Kurd winda bikin tune ye. Divê ev sedsal bibe sedsala Kurdan.”    Herwiha Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, daxuyand ku dê civînên xwe yên giştî di hefteyên meha Kanûnê de pêk bînin û armanca wan ew e ku hejmara delegeyên xwe ji 301’ê derxin 500 delgeyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derdê me meşa bi hevre ye. Li ku derê Kurdek, Kurdistaniyek hebe em dixwazin biçin jê re qala vê yekitiyê bikin. Ger em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, tu hêz dê nikaribin li pêşiya me rawestin.”   Piştî axaftinan civîn, bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.