Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne 2025-11-02 11:22:10 ÎZMÎR - Danîşîna ewil a doza êrişa li dijî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê ku di meha Tebaxê de hatibû kirin, dê sibe bê lidarxistin. Rojnamevan Eda Aktaşê got: “Sibe em li edliyeyê li benda hemû hêzên ked û demokrasiyê ne” û ji bo tevlibûna danişînê bang kir.   Li Tirkiyeyê êriş û tundiyên li dijî çapemeniyê ji mêj ve didomin. Apê Mûsa (Mûsa Anter), nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe û gelek rojnamevan di encama van êrişan de hatin qetilkirin. Di hefteyên borî de rojnamevan Hakan Tosun li Stenbolê di encama erişê de jiyana xwe ji dest da, pêşkêşvana nûçeyan a CAN TV'yê Ezgî Soysal, di encama êrişê de birîndar bû. Êrişa di 13’yê Tebaxê de li dijî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê jî yek ji van mînakên êrişên li dijî rojnameveniyê ye.   Danişîna ewil a doza êrişê dê di 3’yê Mijdarê de li 42’yemîn Dadgeha Cezayê Giştî ya Îzmîrê saet di 11.00’an de bê lidarxistin. Nûçegîhana rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê Eda Aktaş, bertek li dijî vekirina dozê ji ber “ziyana li mal” nîşan da û daxwaza bervirehkirina lêpirsînê kir.    HEDEF ROJNAMEVANÎ YE     Eda Ataşê, destnîşan kir ku hatiye îdiakirin ku faîl serxweş bûye û bi “zanebûn” êriş nekiriye û diyar kir ku ev îdia ne rast in û di dîmenan de jî diyar e û got: “Bi zanebûn hat êrişê rojnameya me kir. Ev yek di dîmenan de jî dixuye. Li gorî nêrîna me ev ne ‘ziyana li mal’ e, ji ber aciziya li dijî nûçe û weşanên me yên Evrenselê êriş hatiye kirin. Divê doz ne  ji ber ‘ziyana li mal’ bal ê ji ber êrişa li dijî rojnamevaniyê bihata vekirin.”   Eda Aktaşê, rave kir ku divê ev êriş wek “bêdengkirina kesên mixalif ji aliyê desthilat û hikûmetê” bê nirxandin û bibîr xist ku rojnamevanên ku hatine qetilkirin ji ber nûçeyan hatine qetilkirin. Eda Aktaşê, diyar kir ku ev hedefgirtin e û wiha pêde çû: “Tayînkirina qeyûm li ser TELE1’ê jî qonaxa hedefgirtinê ye. Divê ev wiha bê şîrovekirin. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên girtin û qetilkirin. Êriş ne ya ewil e û ne jî dê ya dawîn be. Em nivisîna nûçeyên xwe didomînin. Li ku têkoşîna karker, xespkirina heq hebe em ê li wir bin. Li ku derê jin û ciwan biaxivin em ê li wir bin. Dê nikaribin me bêdeng bikin. Ji ber ku vê yekê baş dizanin loma dixwazin bi çekan ve gefan li me bixwin.”   BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ     Eda Aktaşê, destnîşan kir ku divê li dijî êriş û tundiuyên li dijî Çapemeniya Azad têkoşîneke birêxistinkirî hebe û bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel. Eda Aktaşê, bibîr xist ku dê sibe (duşem) danişîna ewil a doza êrişa rojnameya wan be û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li dijî van êrişan ya ku divê em bikin xwedîderketina li Çapemeniya Azad e. Em bangî hemû hêzên ked û demokrasiyê yên li vir dikin ku li Çapmeniya Azad xwedî derkevin. Roja duşemê danişîna me heye. Berî danişînê em ê li saet 10.00’an de li pêşiya edliyeyê bicivin û daxuyaniyê bidin. Em roja duşemê, li bende hêzên ked û demokrasiyê ne.”