Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî 2025-10-31 09:38:19   AMED - Mojgan Şêxî ku berhemên wê yên ji bo zarokan tên ecibandin, diyar kir ku ew kêfxweş e ku berhemên wê ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin.   Nivîskara pirtûkên zarokan a Îranî Mojgan Şêxî bi sedan çîrok, roman û xebroşkan yên ku ji bo zarokan nivîsandiye tê nasîn. Bi nivîsandin û wergerandina nêzîkî 400 nivîsên zarokan, Şêxî van xebatên xwe ne tenê wekî pirtûk weşandine, li gor fîlm û anîmasyonê jî sêwirandine. Her çend berhemên wê "Zîv Zîv" û "30 Çîrok 30 Şev" ji hêla Weşanxaneya Zarokan a Morî ve bo zimanê Kurdî hatine wergerandin jî, Mojgan Şêxî got: "Çêtirîn tişt ew bû ku pirtûka min bo zaravayê Kurmancî yê Kurdî hat wergerandin. Zimanê Kurdî zimanekî xweşik û dostane ye. Ez pir kêfxweş im ku wan destûr da min ku ez bi kesên ku bi Kurdî diaxivin re danûstandinê bikim."   NÊZÎ 400 XEBAT   Mojgan Şêxî kêfxweşiya xwe ya mezin ji ber ku berhemên wê ji bo zimanên cuda û bi taybetî jî ji ber ku zarokên Kurd pirtûkên wê dixwînin anî ziman. Mojgan Şêxî, got: "Ez ji Kurdan pir hez dikim ji ber ku çandên me pir dişibin hev. Ji bo min şerefeke mezin e ku zarokên Kurd pirtûkên min dixwînin." Mojgan Şêxî destnîşan kir ku wê sê sal berê ji bo kovara zarokan Keyhan dest bi nivîsandinê kiriye û her wiha wekî wergêr ji bo kovarê xebitiye û got: "Min li wir hem dinivîsand û hem jî wergêrî dikir. Bê guman, ez dixwazim li ser mezinan jî binivîsim û hin nivîsên min hene. Lê bal û karê min ê sereke li ser zarokan e. Min heta niha nêzîkî 400 gotar nivîsandine û gelek ji wan hatine wergerandin."   FÎLM Û ANÎMASYON   Mojgan Şêxî destnîşan kir ku nivîsên wê ne tenê wekî pirtûk hatine weşandin, hin ji wan bûne fîlm û anîmasyon jî û got: "Xebroşkên zarokan jî ji pirtûkên min îlham girtine. Ev yek min serbilind û pir kêfxweş dike ku zarok pirtûkên min dixwînin. Wergerandina berhemên min ji bo zimanên cuda pirek di navbera çandan de diafirîne. Dema ku em pirtûkên nivîskarên din dixwînin û fêr dibin û dema ku pirtûkên min ji bo zimanên din tên wergerandin, xuya dike ku pirtûk ketine cîhaneke nû û çanda me hatiye naskirin. Hesteke xweş e ku pirtûkên min bi zimanên cuda werin xwendin."   Mojgan Şêxî bal kişand ser hezkirina xwe ya kûr ji bo gel û çanda Kurdî û got: "Ez ji Kurdan hez dikim ji ber ku ew pir mêvanperwer, germ, wêrek û bêtirs in. Çandeke wan a pir dewlemend heye. Ji dema ku ez hatim vir ve her tişt ji bo min baş bû. Ev yek tiştê ku min berê dizanibû piştrast kir. Ez kêfxweş im ku ew gelekî têgihîştî ne ku ji xwendin û nivîsandinê hez dikin."