'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’ 2025-10-28 11:21:59 AMED - Pltaforma Saziyên Demokratîk, diyar kir ku lingê kêm ê pêvajoyê ew e ku dewlet sererastkirinên hiqûqî û zagonî naxe meriyetê û got: “Divê dewlet li ser bingeha hemwelatiya wekhev, sererastinên hiqûqî, zagonî û îdarî bixe meriyetê.” Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ên li Tirkiyeyê vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.” Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku ew pêvajoyê derbasî qonaxa duyemîn dikin.    Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî “biryara vekişînê” ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û geşedanên dawî, li Xana Îskender Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê dide. Pêkhateyên Platformê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Her gavek ji bo aştiyê, her gavek ji bo civaka demokratîk, bi gavên yekalî çênabe çareserî” hate hilgirtin.    Di daxuyaniyê de Kurdiya metna hevpar ji hêla endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mehmet Emîn Ay û ya Tirkî jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmenê xwend.    Ay, diyar kir ku ew Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşerojê weke qonaxeke dîrokî dibînin. Ay, anî ziman ku di pêvajoya piştî silavdayîna Serokê Giştî yê MHP’ê ya li Meclisê dest pê kir de gelek geşedanên girîng qewimîn.    ‘GAVÊN TEVGERA AZADIYÊ DERIYÊ SERDEMEKE NÛ VEKIR’   Ay, daxuyanî wiha domand: “Li gorî bangên rêzdar Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê eşkere ragihand; bi lidarxistina kongreya xwe, biryara fesixkirinê da û li dû vê biryarê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ev gav, ne tenê veguherîneke rêxistinî, di heman demê de deriyê serdemeke nû vekir ku tê de siyaseta demokratîk, çareseriya civakî û lihevhatina demokratîk pêş tê.   DAXUYANIYÊN ABDULLAH OCALAN NEXŞERÊYA PAŞEROJÊ ÎFADE DIKIN   Hevdîtina Îmraliyê ya di 27'ê Sibatê de hat kirin û li dû wê jî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’, daxuyaniyeke dîrokî bû ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk kûr kir. Gotina rêzdar Ocalan a ku di vê bangê de anî ziman, ‘Lihevhatina demokratîk rêbaza bingehîn e’, meyla rastirîn a ji bo paşerojê îfade dike.   Gotina rêzdar Ocalan a ku di daxuyaniya xwe ya bi dîmen (vîdeo) de ya di 9'ê Tîrmehê de anî ziman, ‘Ez ne bi hêza çekê, lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im’, ji bo gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê nexşerêya aştiyeke mayînde nîşan dide.   BIRYARA VEKIŞÎNÊ JI BO VEKIRINA RÊYA SIYASET DEMOKRATÎK DÎROKÎ YE   Bêguman yek ji gavên herî krîtîk û pêşketî yên vê pêvajoyê jî biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ji axa Tirkiyeyê ye ku di demek nêz de, anku di 26'ê Cotmeha 2025'an de hate dayîn. Ev biryar, careke din jidilbûna pêvajoyê, baweriya bi aştî û çareseriya demokratîk derxistiye holê. Biryara vekişînê ji bo lezdayîna pêvajoyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye.   NIHA DORA DEWLETÊ YE KU QANÛNÊN HEMWELATIYÊN AZAD BI CIH BÎNE   Niha dor hatiye ku dewlet ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ya 52 salî û di vê qonaxa derbasbûnê de entegrasyona li ser zemîna siyaseta demokratîk gengaz bike, qanûnên hemwelatiyên azad, civaka demokratîk û sivîl bîne cih. Gavên dîrokî yên ku hêzên Tevgera Azadiya Kurd heta niha avêtine, ji bo bicihanîna van hemûyan qadeke gelekî hêja vekirine.   AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN ŞERTÊ PÊŞÎN E    Di warê zemîna sazîbûnê ya pêvajoyê de jî gavên girîng hatine avêtin; li Meclisê bi tevlibûna hemû partiyan Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate damezrandin û îradeyeke ku zemîna siyasî ya aştiya civakî xurt dike derxist holê. Lê belê heta niha komîsyona hatiye avakirin bi rêzdar Ocalan re ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, pêşengê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk ku perspektîfa çareseriyê pêş xistiye, hevdîtin nekiribe, ji bo gelê Kurd û gelên din nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; ji bo ku rêzdar Abdullah Ocalan bi hemû beşên civakê re li ser pêvajoyê nîqaşên saxlem bimeşîne û bi rêziknameyên hiqûqî yên ku dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî bêne derxistin, bigihîje azadiya xwe, hem ji bo me hem jî ji bo ku pêvajo veguhere entegrasyona demokratîk, şertek pêşîn e.   MAYINDEBÛNA AŞTIYÊ NE BI GAVÊN YEKALÎ LÊ BI GAVÊN DUALÎ GENGAZ E    Di qonaxa îro de eşkere tê dîtin ku ligel hemû gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd, lingê kêm ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê, cihneanîna rêziknameyên hiqûqî û yasayî yên ku dikeve ser milê dewletê ye. Mayindebûna aştiyê, peydakirina entegrasyona demokratîk û xurtkirina baweriya civakî, ne tenê bi gavên yekalî, lê bi gavên dualî dê gengaz be.   QONAXA DUYEMÎN    Serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê serkeftina gelê Kurd e; wê bibe serkeftina hemû bawerî û nasnameyan, bi kurtasî hemû gelên herêmê. Bi vî awayî, pêvajo wê siberojeke ronî, li ser bingeheke rast a biratiya gelan û jiyana hevpar mayînde bike. Ji bo qonaxa duyemîn û belkî jî qonaxa herî dijwar a pêvajoyê ye ku sazkirina aştiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û avakirina serdemeke nû ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e, pêwîst e ku dewlet rêziknameyên pêwîst ên hiqûqî, yasayî û îdarî der bixe.   ZIMANÊ POZÎTÎF GELEK GIRÎNG E    Em Weke Platforma Saziyên Demokratîk, di vê pêvajoyê de her gava ku heta niha hatiye avêtin bi qîmet, bi nirx û girîng dibînin û dubare dikin ku em ê piştgiriya gavên avaker ên ku dê ji niha û şûn ve werin avêtin, bikin. Di vê wateyê de, bikaranîna zimanekî pozîtîf ku li gorî ruhê pêvajoyê ye ji aliyê her beşê ve, ji bo ku pêvajoya heyî veguhere muzakere û entegrasyona demokratîk, gelekî girîng e.   BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ   Li gorî vê, em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, bawermendan, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê û li vê derfeta dîrokî xwedî derkevin.