Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe 2025-10-28 09:59:18 ENQERE - Ozturk Turkdogan ê DEM Partiyî diyar kir ku bi pêngava Tevgera Azadiya Kurd hinceta "tundûtûjiyê" ya detshilatê ya der barê rêziknameyên qanûnî de ji holê hatiye rakirin û got: "Divê desthilat gavên demokratîk bavêje. Ger neavêje, dê teşhîr bibe."    Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê, yek ji rojevên herî girîng e ku tê nîqaşkirin. Hat ragihandin ku vekişîn di çarçoveya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê de û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin. Piştî daxuyaniya dîrokî ya li Qendîlê, careke din hemû çav çûne ser gavên pêwîst ên dewletê.   Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan, têkildarî gavên pêwîst ên ku divê desthilat û dewlet bavêjin nirxandin kir.    GAVÊN HIQÛQÎ   Turkdogan, girîngiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin destnîşan kir û got ku bi heman rengî girîng e ku gavên qanûnî li gorî pêdiviyên pêvajoyê werin avêtin. Turkdogan, got: "Divê ev komîsyon serdana birêz Ocalan bike û pêşniyazên wî wergire. Di nakokî û çareseriyên wan de, divê alî pêşî bi diyalogê û dû re jî bi danûstandinê ramanên hevdu nîqaş bikin. Ev tenê li ser bingeheke demokratîk dikare were kirin."    Turkdogan, destnîşan kir ku aliyê Kurd Abdullah Ocalan wekî aktorê sereke destnîşan kiriye û got: "Ji ber vê yekê, divê hûn bi muxatabê xwe re li ser vê mijarê biaxivin. Ez bawer dikim ku komîsyon dê di demeke nêzîk de vê kêmasiyê çareser bike. Dema ku ev kêmasî were çareserkirin, ew ê raporekê binivîse û pêşniyazên qanûnî bike. Ji ber ku ev pêşniyaz hîn nehatine bidawîkirin, em nikarin li ser wan nîqaş bikin, lê divê ew pêşniyazên ku dê bi berfirehî entegrasyona demokratîk hêsan bikin bin. Kesên ku çekên xwe deynin dê neçar bimînin ku li ser bingeheke demokratîk bijîn. Ji ber vê yekê ew ê çawa bijîn? Pêdivî ye ku hemû rêziknameyên qanûnî yên heyî werin nirxandin û divê guhertinên qanûnî werin kirin da ku ew li ser bingeheke demokratîk bijîn."   Turkdogan ku got "pêdivî bi qanûneke aştiyê heye" destnîşan kir ku divê mewzûata ceza hemû di ber çavan re bê derbaskirin.    ‘GER GAV NEAVÊJE DÊ TEŞHÎR BIBE'   Turkdogan bilêv kir ku pêvajo bêyî gavên qanûnî pêş nakeve. Turkdogan, diyar kir ku divê komîsyona hatiye avakirin pêşî nêrîna xwe li ser vê mijarê eşkere bike û got ku divê komîsyon li ser gelek rêziknameyên qanûnî, di nav de ewlehiya civakî ya gerîlayên ku çekên xwe danîne û dê vegerin, nêrîna xwe eşkere bike. Turkdogan got: "Tirkiyeyê ji ber tundiya ku li dijî PKK'ê bi kar anî gelek qanûnên xwe guherand. PKK êdî tune ye. Wê demê divê çi bike? Ji ber ku ev hincet hatiye rakirin, divê hemû qanûnên xwe ji nû ve binirxîne. Ger mezintirîn gefa ewlehiya neteweyî ya li ser we were rakirin, wê hingê hûn ê bê guman demokratîk bibin. Ew hinceta tundiyê ji desthilatê hatiye girtin. Ji ber vê yekê, divê gavên demokratîk werin avêtin. Lêbelê, ger neavêje dê teşhîr bibe. Ji ber ku wî ew qanûn ne tenê li dijî PKK'ê bi kar anîne. Ew li dijî her kesê muxalefetê hatine bikaranîn. Kesên ku qurbaniyên van qanûnan in dê bibêjin, 'PKK jî tune ye, hûn çima van qanûnan naguherînin?' Salek e ku pevçûn tune ye. Salek e ku kes nemiriye. Ma ev ne girîng e? Ev bi tena serê xwe girîngiya vê pêvajoyê nîşan dide. Ez bawer dikim ku desthilat dizane ku divê gav bavêje. Ev her gav li seranserê cîhanê wisa bûye. Ji bo afirandina modelek ji bo Tirkiyeyê, rêgezên ku li seranserê cîhanê tên zanîn hene û divê em wan li vir jî bi cîh bînin."   Turkdogan, anî ziman ku hê rewşeke şênber tune ye ku dê komîsyon biçe Îmraluyê ya na û got ku dibe ku ev di hevdîtina bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re têkeve rojevê.    Turkdogan, destnîşan kir ku lê divê komîsyona meclisê biçe wir hevdîtinekê bike û got ku piştî vê hevdîtinê dê pêşketin çêbibin.    MA/Mehmet Aslan