Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin! 2025-10-28 09:34:16 WAN - Li gor daneyên Baroya Wanê, ji Çileya 2024'an heya Îlona 2025'an 2 hezar û 299 neha jin û zarok bi 27 sûcên cuda hedef hatine girtine.    Li bajarên Kurdistanê zêdebûna tundiya zayendî û fizîkî ya li dijî jinan berdewam dike. Li Wanê, bajarekî ku herî zêde mirinên gumanbar ên jinan lê çêdibin û hejmareke zêde ya çekên takekesî lê heye, tundiya mêran di her warî de jin û zarokan hedef digire.   Li gorî daneyên Baroya Wanê, di navbera 2024-2025'an de bi 27 sûcên cuda 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin.    DANEYÊN TUNDIYÊ Û ÊRIŞA ZAYENDÎ   Li gorî daneyan, 72 zarok ên temenên wan di navbera 8-18 salan de û 20 jin gef li wan hatine xwarin. Ligel vê 25 jê zarok 28 kes jî bi şantajê re rû bi rû mane.    Li gorî raporê, di 21 mehan de bi giştî 108 jin û zarok bi tacîza zayendî re rû bi rû mane. Her wiha 47 jin û zarok jî bi êrişa zayendî re rû bi rû mane û 2 jin jî bi destrirêjiyê re.   Di 21 mehan de 482 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane. Di heman dîrokê de 110 kes jî ber bi 'xwekuştinê' ve hatin şandin. Ji van 100 jê zarok in.    JINÊN HATINE KUŞTIN   Ji 12 jinên hatine kuştin 6 jê di bin 12 saliyê de ne, 2 jê jî temenê wan di navbera 12-15 salan de ye, 2 jê temenê wan di navbera 15-18 salan de ye û her du jî jin in.    Di 21 mehan de li bajêr hat xwestin ku 4 zarok bên kuştin. Bi sûcê 'hewldana kuştina biqesdî' 2 jê zarok 5 kes hedef hatin girtin.    Li gor daneyan 136 jin û zarok hatine birîndarkirin.    Di nava van daneyan de ji bo gelek zarok û jinên mafên wan ên jiyanê û azadiya wan tê binpêkirin wekîl hatine tayinkirin. Ligel vê di 21 mehan de gelek jin hatine şopandin û gelek zarok jî hewl hatiye dayîn ku bên revandin.    MA/ Ceylan Şahînlî