Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin 2025-10-23 15:06:33   STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Ercument Akdenîz de biryara tehliyeyê hat dayin.    Danişîna 2’yemîn a doza rojnameger Ercument Akdenîz ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Akdenîz û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, gelek rojnameger, parastvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî û siyasetmedaran jî doz şopandin.    Di danişînê de şahidan got ku Akdenîz nas nakin, îfadeyên wan ên berê nayên bîra wan, bi naveroka îdianameyê nizanin û nebûne şahidê tu tiştekî.    Akdenîz jî îdiayên der heqê wî de tên kirin û got ew rojnameger e. Akdenîz, got ku ew HDK’î nîne, HDK saziyeke fermî ye û daxwaza tehliyeya xwe kir.    Parêzer Ozcan Karakoç jî got êdî delîlekî li dosyayê zêde bikin tune ye û xwest ji mutalaayê re bê şandin.    Dozger jî got hêj mutalaa amade nîne û xwest Akdenîz girtî bê darizandin.    Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 10’ê Sibata 2026’an kir.