Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin 2025-10-23 09:16:05 STENBOL- Redkarên wijdanî diyar kirin ku li hember talanên ku ji ber şer çêdibin, pêwîst e ku behsa aştiyê bê kirin û xwestin ku rêziknameyên qanûnî werin çêkirin da ku mafê redkarên wijdanî bê naskirin.   Pirsgirêka kesên ku ji aliyê exlaqî, siyasî û wijdanî ve red dikin ku xizmeta leşkerî bikin, şer bikin an jî çekê hilgirin berdewam dike û ji ber vê nikarin sûdê ji mafê perwerdehiyê bigirin û nikarin di sektora taybet û cemaweriym bixebitin. Redkarên wijdanî û parêzvanên mafên mirovan daxwaz dikin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gav bön avêtin. Endamê Komîsyona Redkarên Wijdanî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Alper Yalçin diyar kir ku ew redkarekî wijdanî ye û got: "Bi ya min, redkirina wijdanî tenê kiryareke pasîf a kesekî ye ku şer nake an çekê hilnagire. Ew têkoşîna aştiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê, em dikarin jê re yekîtiya çalakiyê ya li dijî şer bibêjin. Ne tenê redkirin e; ew ji vê wêdetir e. Mîlîtarîzm ne tenê li ser leşkerî ye; ew li ser mîlîtarîzekirina civakê ye; ew pergaleke berfirehtir e. Ez dikarim bibêjim ku ev sedema tercîha min e."   Yalçin bi bîr xist ku redkariya wijdanî di qanûna navxweyî de nehatiye pênasekirin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heft caran Tirkiyeyê ji ber pêkanînên wê yên li dijî redkarên wijdanî mehkûm kiriye û ji Tirkiyeyê xwestiye di vê mijarê de rêziknameyên qanûnî çêbike. Yalçin destnîşan kir ku Tirkiye tekane dewleta endam a Konseya Ewropayê ye ku mafê redkariya wijdanî nas nake û got: "Ji ber ku qanûna navxweyî li şûna qanûna navneteweyî derbas nabe, divê ew redkariya wijdanî wekî mafekî nas bike, wekî ku di xala 90'an a Destûra Bingehîn de tê xwestin. Lêbelê, helwesta darazm li Tirkiyeyê rasterast tercîhên siyasetê nîşan dide."   PIRSGIRÊKÊN REDKARÊN WIJDANΠ   Yalçin diyar kir ku nedayîna "belgeya rewşa leşkerî" ya ku ji bo qeydkirina zanîngehê hewce ye, mafê wan ê perwerdehiyê û xebatê binpê dike. Yalçin got: "Heke kardêr wê nede, ew bi girtinê re rû bi rû dimînin. Li vir, em qet nikarin teqawid bibin an jî ji lênihêrîna tenduristiyê sûd werbigirin. Wekî din, dema ku em li kolanê rastî kontrolkirina GBT'ê tên, raporek tê amadekirin. Dûv re vê raporê vediguherin pereyan. Dema ku ev cezayê perî teqez bibe, hesabên bankeyê tên blokekirin."    'EM DIXWAZIN JI BO AŞTIYÊ BUDÇE BÊ VEQETANDIN'    Yalçin destnîşan kir ku li gelek welatan ji bo redkarên wijdanî alternatîfa xizmeta sivîl heye û got: "Lê belê redkarên wijdanî yên mîna min jî hene. Ez bawer nakim ku divê ez xizmeta sivîl bikim. Ji ber ku ez leşkeriyê wekî peywireke welêt a pîroz nabînim. Mîlîtarîzm ne tiştek e ku were pîrozkirin. Wekî din, ew qadeke sermayeya sereke ye, pîşesaziya parastinê û hwd. Em xizantir dibin û qadên parastinê zêde dibin. Her çend ew mafê redkariya wijdanî qebûl bikin jî, ez ê lêçûnên parastinê bişopînim. Em dixwazin budçeyek ji bo aştiyê were veqetandin. Ji ber ku ev ji bo me têkoşîneke ji bo aştiyê ye, em pirsgirêkê tenê bi leşkeriyê ve sînordar nakin. Dema ku em dikarin di nav civakê de aştiyê xeyal bikin, hîs bikin û biaxivin, wê hingê rewş ji bo me dê cuda be. Pêdivî ye ku hikûmet daxwazên xwe bi redkarên wijdanî re diyar bike."   'JI BER KU EM NAÇIN LEŞKERIYÊ EM TÊN DARIZANDIN'    Redkarê wijdanî Çinar Koçgirî diyar kir ku ew li Tirkiyeyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got ku wî di sala 2015'an de li Amedê pêvajoya pevçûnê dîtiye û di wê demê de hestên wî yên li dijî mîlîtarîzmê hîn xurttir bûne. Koçgirî anî ziman ku ew wekî bertekekê bûye redkarê wijdanî û got: "Dema ku em li ser rêyan bi berdewamî tên rawestandin, ew ji me re dibêjin 'qaçax'. Lê em ne qaçax in, em hewl didin ku di jiyanê de hebin û hilberînin. Lêbelê, ji bo vê doz tê vekirin û ceza di destpêkê de pênc an şeş mehan e, dû re zêde dibe. Em ji ber 'neçûne leşkeriyê' tên darizandin. Li hin hevalên me bi îdiaya 'gel ji leşkeriyê sar dikin' doz hatin vekirin."    Koçgirî destnîşan kir ku şer astengî ye li ber nîqaşkirina aştiyê û got ku wekî kesekî redkarê wijdanî dixwaze dawî li van cezayaan bên, redkariya wijdanî bi awayekî qanûnî bê qebûlkirin û dawî li şeran bê.    MA / Omer Îbrahîmoglû