Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin 2025-10-22 13:52:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8’ê Mijdarê di salvegera 3’yemîn a kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de dê li Kolnê meş û mitîngê bên li darxistin. Ji bo meş û mitîngê banga tevlibûnê hat kirin.    Gelê Kurd û dostên wan li gelek deverên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên cur bi cur dimeşînin. Bi boneya 3’yemîn salvegera kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” ku di qada navneteweyî de tê domandin, dê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê ya Almanyayê mitîngeke mezin bê lidarxistin.    Amadekariyên mitîngê li seranserî Ewropayê berdewam in. Yek ji cihên amadekariyên mitîngê lê didomin jî Swîsre ye. Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyeke hevpar bang li her kesî kirin ku beşdarî meş û mitînga li Kolnê bibin.    HEMÛ AMADEKARIYÊN TEKNÎKÎ HATINE TEMAMKIRIN     Daxuyanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarauyê hate dayîn. Hevserokên CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr li vir axivîn û dan zanîn ku hemû amadekariyên teknîkî yên ji bo mitînga li Kolnê hatine temamkirin û diyar kirin ku kesên ku dixwazin werin Kolnê dikarin ji Navendên Civaka Kurd agahiyê bistînin.   Daxuyaniya hevpar a CDK-S û YJK-S’ê ji aliyê Dîlan Çetînkaya ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser kampanyaya navneteweyî ya di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi pêşengtiya gelê Kurd û dostên wan hatiye destpêkirin û ev yek hatin gotin: “Di şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me de roleke girîng lîst.Misyona serdema nû ya vê pêngavê dabînkirina ‘mafê hêviyê’ û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”   BANGA XWEDÎDERKETINA LI BANGA ABDULLAH OCALAN HAT KIRIN     Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Yek ji aktorên vê pêvajoyê bêguman gelê me yê li dîasporayê ye. Sekna birêxistinkirî ya gelê me yê li Ewropayê wê rê bide pêvajoyê. Pêvajo wê bi pêngavên yekalî nemeşe. Divê hemû beşên civakê beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê gelê Kurd û dostên wan destê Rêber Apo xurt bikin û vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”   LI HEMBERÎ HEWLÊN ŞER AŞTÎ     Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku hemû kes beşdarî meş û mitînga li Kolnê bibe û wiha domiya: “Beşdarbûna gelê Kurd, dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya ji bo meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, gelekî girîng e. Em bi awayekî eşkere bang li gelê me yê ji 4 parçeyên Kurdistanê ên li Swîsreyê dijîn, jinan, ciwanan, baweriyên cuda, dostên me yên enternasyonalîst, femînîst û aktivîstên hawirdorê dikin. Werin em hemû bi hev re daxwaza azadiya RêberApo bikin.”    ‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINAN E’     Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya piştî daxuyaniyê axivî û got: “Azadiya Rêber Apo di serî de azadiya me jinan e. Divê hemû gelê me yê ji 4 parçeyên Kurdistanê yên li Swîsreyê dijîn, dostên me û hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin beşdarî vê meş û mitîngê bibin. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li vê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, bibin. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku di nava vê demê de bi ruhê seferberiyê beşdarî xebatan bibin.”   ‘WESAYÎT DÊ LI HER DERÊ BI RÊ KEVIN’      Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr têkildarî amadekariyên teknîkî agahî da û got: “Ev du sal in em li bajarê Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo mitîngan li dar dixin. Her du mitîng jî gelekî bi heybet derbas bûn. Em di wê baweriyê de ne ku ev mîtîng jî wê bi heman rengî bê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku 8'ê Mijdarê ji 7 heta 70 salî beşdarî mitînga li Kolnê bibin. Qada Swîsreyê ji bo mitînga Kolnê seferber bûye. Gelê me wê bi wesayitên xwe tev li meşê bibe. Li her devera ku komeleyên me lê ne wê wesayit bi rê bikevin."