Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma 2025-09-15 14:09:39   ENQERE - BES-AR’ê ragihand ku di meha Îlonê de sînorê birçîtiyê 37 hezar û 173 TL û sînorê xizaniyê jî 90 hezar û 279 TL ye. Li gorî daneyan, mûçeyê kêmtirîn, ji sedî 68,81 di bin sînorê birçîtiyê de ma.    SAziya Lêkolînan a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR), “Reqwemên Birçîtî û Xizaniyê” ya Îlona 2025’an aşkera kir. Li gorî daneyên BES-AR'ê, ji bo malbata memûrekî/a ji 4 endaman pêk tê bi tendurist bijî, ji meha Îlona 2025’an ve hewcehî bi 37 hezar û 173 TL’an heye. Bihayê lêçûnên jiyanê yên şexsekî/ê 58 hezar û 335 TL ye. Sînorê xizaniyê jî derket 90 hezar û 279 TL'an. Li gorî daneyan, mûçeyê kêmtirîn ku 22 hezar û 104 lîre ye, ji sedî 68,17 di bin sînorê birçîtiyê de ma.