Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin 2025-09-14 09:16:07   ŞIRNEX - Ekolojîst Cemîle Kaçar ku Çiyayên Kazê li Bestayê tev li çalakiya li dijî talankirina xwezayê bû, got: “Em bi hev re dê xwezayê azad bikin.”     Di 9-10’ê Îlonê de li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê gelek ekolojîst hatin bajar û çalakî li dar xistin. Parastvanên xwezayê, piştî meşa li navenda bajar, li Herêma Bestayê şevekê nobet girtin. Endama Komîsyona Edaleta Avhewayê Cemîle Kaçar ku li Çiyayên Kazê jî li dijî qirkirina daran tev li çalakiyan bûbû, li dijî talankirina xwezayê tev li nobeta li Şirnexê bû.    'EM DIKARIN BI HEV RE PÊŞIYA QIRKIRINA EKOLOJIYÊ BIGIRIN’    Cemîle Kaçarê, bal kişand ser texrîbata Cengîz Holdîngê li Çiyayên Kazê çêkirî û got: “Li wir qirkirineke mezin a daran hate kirin. Di tevahiya zivistanê de em li Çiyayên Kazê bûn. Me piştgirî da piştevaniya li wir. Em îro jî li Bestayê ne. Heman qirkirina daran a li Çiyayên Kazê belkî ya hêj mezintir li vir tê kirin. Em dibînin ku bi qirkirineke xwezayê re rû bi rû ne.”    Bi domdarî Cemîle Kaçarê anî ziman ku texrîbata li Tirkiye û Kurdistanê girêdayî hev in û wiha pê de çû: “Ev tevek jî qirkirina ekolojiyê ne. Me heman tişt par havîê li Akbelenê jiya. Li Akbelenê qirkirineke mezin a daran çêbû. Mixabin me nekarî darên li wir rizgar bikin. Heman tişt îro li vir tê kirin. Heke em bi hev re li ber xwe bidin em ê bikarin pêşiya vê bigirin.”    Cemîle Kaçarê diyar kir ku li dijî qirkirina ekolojiyê ji bilî têkoşîna hevpar tu rêyên wan ên din nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev qirkirin, tenê bi piştevanî û têkoşîna hevpar a gelan dikare pêşî lê were girtin. Ji ber ku ev qirkirineke mezin e. Ji Çiyayên Kazê heta Bestayê, em ê bi hev re xwezayê azad bikin. Em ê ji vir şûnde her tim bi xwezaya Şirnexê re bin û piştevaniyê bikin."