Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin' 2025-09-10 16:55:18   STENBOL – Rojnamevan Tûgçe Tatarî diyar kir ku çapemenî di pêşveçûna erênî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke girîng dilîze û got: "Divê em li dijî zimanê vederkirinê, zimanê aştiyê û rojnamevaniyê ava bikin."   Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bi rêya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, balkêş e ku hin dezgehên çapameniyê hewldanên wê yên çareseriyê hedef digirin. Zimanê milîtîtarîst, şerxwaz û nefretê yê ku ji hêla hin dezgehên çapemeniyê yên alîgirê desthilatê û dezgehên çapemeniyê yên neteweperest ve li dijî hewldanên belavkirina banga aştiyê tê bikar anîn, ji hêla hevkarên wan ên rojnamevanên aştiyê ve bi rexneyan tên pêşwazîkirin. Rojnamevan Tûgçe Tatariyê diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de roleke girîng dikeve ser miolê rojnamevanan.    Tûgçe Tatariyê diyar kir ku desthilat, ji ber pêşketinên dawî yên siyasî, bi pêvajoyeke wisa razî bûye û got ku hîn jî hin beşên civakê hene ku vê yekê fam nakin an jî qebûl nakin û her wiha komên neteweperest jî hene. Tûgçe Tatariyê li ser bertekên ku ji ber beşdarî merasîma şewitandina çekan a li Silêmaniyê bû li hemberî wê çêbûn jî got: "Min ji gelek koman bertekeke ecêb dît, digotin, 'Hûn ê welêt parçe bikin, we welat firotiye.' Lêbelê, em rojnamevan in; erka me ew e ku em raya giştî bi awayekî rast agahdar bikin. Wekî rojnamevan, em şahidê pirsgirêkeke mezin in ku Tirkiye 45 sal in nikare çareser bike û pêşketineke dîrokî bi van kêliyên dîrokî ve girêdayî ye. Wekî rojnamevanek, neşopandina van pêşketinan wê ecêb bûya."    Tugçe Tatariyê bal kişand ser rola girîng a rojnamevanan û çapemeniyê di pêvajoyên aştiyê de û got: "Di pêvajoyên aştiyê de, rojnamevan dikarin ji hêla desthilatan ve tenê ji ber ku karê xwe dikin bibin hedef û roja din dikarin werin binçavkirin û girtin. Lê divê kesek di dîrokê de şopek bihêle û ev berpirsiyarî dikeve ser milê rojnamevanan û çapemeniyê. Ger hûn berevajî vê bifikirin, nexwe mirov nikare li vir behsa rojnamevaniyê bike. Di pêvajoyên aştiyê yên berê de, hin rojnamevan tenê ji ber nivîsandinê hatine girtin û hin jî neçar man ku biçin derveyî welêt. Ev koçberî û girtin niha dibin sedema koçeke mêjî ya mezin."   Tûgçe Tatariyê diyar kir ku çapemeniya muxalif her çend ne nizanibe wê pêvajoyê çawa şîrove bike jî li gel vê xwedî zimanekî vederkirinê ye î û got: "Li ser televîzyonên êvarê, gelek kes dicivin û li ser Rojhilata Navînê diaxivin. Lê piraniya wan qet neçûne wir û ezmûna wan a rastiya li ser qadê tune. Bi gotineke din, ew tenê dikarin şîrove bikin bêyî ku bi mirovên li wir re têkilî daynin û lêkolîneke cidî bikin. Ji ber ku mekanîzmayek ji bo şopandina wan tune. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ev pêvajoya aştiyê ji pêvajoyên din ên aştiyê dijwartir e. Raya giştî jixwe pir hişyar û bêbawer e li hember nezelaliya pêvajoyê. Fikra 'Hûn me parçe dikin,' a di hişê raya giştî ya Tirkiyeyê de, bi taybetî ji aliyê hin derdorên çapemeniyê ve tê gurkirin. Çapemeniya muxalif a Tirkiyê jî di mijara pirsgirêka kurd de xwedî hebûneke xurt e. Lê li şûna wê, zimanekî vederkirinê heye ku li ser bingeha zanîna jiberkirî ye. Ger bi rastî jî ew bi gihîştina agahiyan an jî têgihîştina pirsgirêkê eleqedar bibûna, dê lêkolîn bikirana û bixwendina. Bi hezaran pirtûk, weşan û rojname li ser vê mijarê hene. Ne diyar e ku ew çi agahiyan bi kar tînin da ku tirs, fikar û dijminatiya xwendevanên xwe aram bikin."    Tûgçe Tatariyê diyar kir ku aştî di nav mekanîzmaya nirxan de pir girîng e û wiha domand: "Ji bo ku ev pêvajo ber bi aliyekî erênî ve biçe, divê çapemenî, nemaze yên ku xwe wekî muxalefet nîşan didin, pirsgirêka kurd bi baldarî bixwînin û fam bikin. Dema ku pirsgirêka kurd bi tevahî were famkirin, kî çi dibêje, wê hingê ew dikarin ji perspektîfa rast bixwînin û binivîsin. Kî çi êş kişandiye? Ev pirsgirêk çawa heta roja îro hatiye? Windahî çi ne? Em tenê dizanin ka Dayikên Şemiyê çi jiyane, lê jiberkirina wê têrê nake. Divê em bi têkiliya rasterast bi mirovên ku vê pirsgirêkê dijîn û bi lêkolîna têkiliya mirovên li Rojhilata Navînê, yên ku muxatabên vê pirsgirêkê ne, bi vir re deynin û bixwînin."    Tûgçe Tatariyê destnîşan kir ku di pêvajoyên aştiyê yên wiha de ku raya giştî bi tevahî agahdar nîne, çapemenî di hişyarkirin an provokasyonê de roleke mezintir dilîze. Tûgçe Tatariyê got: "Çapemenî xwedî hêz e ku provoke bike û hişyariyê bilind bike. Ji ber vê yekê, heke ev mijar were çareserkirin, divê ji hêla kesên bi zimanekî pir jêhatî ve were çareserkirin. Ne divê her kes li ser vê mijarê binivîse. Berê, tenê kesên ku zanîna arşîvê û lêkolînên li ser pirsgirêka kurd hene li ser wê dinivîsandin. Niha ne wisa ye; her kes dikare çi bixwaze biaxive û binivîse. Mixabin, wekî di her warî de, me di rojnamevaniyê de qalîteya hilberîna nûçeyên lêkolînî winda kiriye."   MERASÎMA ÇEKDANÎNÊ   Tûgçe Tatariyê diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a dîrokî baş nehatiye vegotin û wiha domand: "Wekî rojnamevanên ku ji bo beşdarbûnê hatin vexwendin, ji ber bertekên ku me wergirtin, me nekarî têra xwe nîqaş bike. Çapemeniya muxalefeta Tirkiyeyê zêde nîqaş nekir. Li şûna ku nîqaş bikin, wan bername li dar xistin û bûyerê bêtir li dor danîna çekan birin û anîn. Bi piranî hewl dan ku mijarê manîpule bikin û bêbaweriyê biafirînin. Lêbelê, gelo heya niha ji aliyê me kurdan qet xapandinek çêbûye? Na. Ji ber vê yekê, gava hûn dipirsin çima hûn ji me bawer nakin, bersiv tune. Ji ber ku tirkan di vî warî de bi kurdan re dîrokeke pirsgirêka baweriyê tune. Ev ji bo rojnamevanan jî derbas dibe. Ez difikirim ku rojnamevan hewce ne ku der barê pirsgirêka kurd de hişê xwe paqij bikin."   'DIVÊ EM ZIMANÊ AŞTIYÊ BIAXIVIN'   Tûgçe Tatariyê îşaret bi pêwîstiya avakirina rojnamevaniya aştiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd kir û got: "Meseleya bingehîn a aştiyê têkiliya di navbera du aliyên êşkişandî de ye. Girîng e ku meriv şahidiyê bike û li ser hevdîtina di navbera nêrînên dijber de binivîse. Wekî rojnamevanek, dema ku bûyerek çêdibe, bêyî ku cih çi be, divê hûn biçin wir û lêkolîn bikin ka çi diqewime. Mînak, binpêkirineke mafên mirovan a mezin wekî Roboskî li vî welatî qewimî. Divê çîrokên van kesan werin vegotin. Mînak, nûçeyek li ser Abdullah Ocalan heye. Wekî rojnamevanek, hûn jî dê wê bixwînin; ne meseleya hezkirin an nehezkirinê ye; xwendin di rojnamevaniyê de girîng e. Pêşî, divê em qebûl bikin ku em wekî mirov wekhev in û êşa me wekhev e."   MA / Esra Solîn Dal