Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan 2025-09-06 12:47:09   ŞIRNEX - Li Silopiyayê Kadrî A. yê ku tunfî li xwişka xwe kir û hat binçavkirin, serbest hat berdan.    Li bajaroka Gite ya Silopiya Şirnexê, hat îdiakirin ku F.A. ya 27 salî, ji ber tundiya birayê xwe hewl da xwe bikuje. Kadrî A. hat binçavkirin. Kadrî A. yê ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin, sewqî Edliyeya Silopiyayê hat kirin. Kadrî A., piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê, Kadrî A. bi şertê kontrola edlî serbest berda.