Şandeya alman li Helebê ye 2025-09-06 11:56:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li Helebê bi dîplomatên ji balyozxaneya Almanya ya li Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîn. Her du aliyan rewşa Sûriyeyê û awayên pêkanîna aramiyê gotûbêj kirin.   Li bajarê Helebê di navbera nûnera MDS'ê Cîhan Mihemed û dîplomatên balyozxaneya Almanya ya li Sûriyeyê Tulia Audran, Alla Aschender û Stephen Kamel de civînek hat lidarxistin. Di civînê de awayên pêşvebirina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê û mekanîzmayên  xurtkirina bingehên aştiya domdar hatin nîqaşkirin. Di civînê de, nûnerên MSD'ê ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane nasîn.   Her wiha mijara peymana 10'ê Adarê ya di navbera hikûmeta veguhêz û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat îmzekirin û peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û astengiyên pêkanîna wê jî hatin gotûbjkirin.   Her du aliyan diyar kirin ku divê di hemû qonaxên pêvajoya siyasî de hemû pêkhate û mezhebên Sûriyeyê bi awayekî wekhev beşdar bibin.   Şandeya Almanî da zanîn ku welatê wan guh dide mijara koçberên bi darê zorê. Her wiha destnîşan kir ku divê ji bo vegera koçberan bo herêmên xwe şert û mercên ewlehiyê werin peydakirin.