Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin 2025-09-04 09:34:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona HSD’Ê ya li başûrê Reqayê de 5 DAIŞ’î hatin girtin.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrê Reqayê operasyoneke hevbeş li dar xistin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan ên Yekîneyên Dij Terorê bi hevkariya Hêzên Taybet ên Ewlekariya Hundurîn li gundê Kesrat ê başûrê Reqayê oprasyoneke taybet pêk anîn.   Bi domdarî hate gotin ku operasyon piştî êrişa xwekuj a DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên wan ve hatibû têkbirin hate lidarxistin û wiha domiya: “Piştî têkbirin û bê bandorkirina êrişê, hêzên me gelek xebatên şopandin û lêkolîn kir, dûre dest bi operasyonê kir. Operasyon serkeftî derbas bû û me 5 çeteyên ku amadekariyên xwe dikirin ji bo ku êriş navendên leşkerî, sivîl û saziyên xizmetguzariyê bikin, girtin.”   Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelek gelek çek, cebilxane û amûrên teknîkî hatine bidestxistin.