Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin 2025-09-04 09:17:08   ENQERE - HDK û DAD dê di 7’ê Îlonê de li Taxa Tuzluçayirê “Şahiya Civaka Demokratîk” li dar bixin.    Meclisa Bajar a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) a Enqereyê û Cemxaneya Fatma Ana ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) dê di 7’ê Îlonê de li Taxa Tuzluçayirê ya navçeya Mamak a Enqereyê “Şahiya Civaka Demokratîk” li dar bixin. Şahî dê saet di 13.00’ê de li Parka Haci Bektaşi Velî were lidarxistin. Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû jî dê tev li şahiyê bibe. Di şahiyê de dê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş bên kirin û agahî bên parvekirin. Dê atolyeyên zarokan bên lidarxistin, standên pirtûk û kovaran bên danîn. Her wiha dê hunermend Ercan Bîngol, Edîp Gozeger, Hidir Çelebî û Mûrat Yilmaz derkevin ser dikê.    'AVAKIRINA PÊKVEJIYANÊ’    Endamê Meclisa Ciwanan a HDK’ê Rohat Înal diyar kir ku di şahiyê de dê hemû derdor bên gel hev û dixwazin li ser pêvajoyê nîqaş bikin. Înal, got: “Bi şahiyê re em dixwazin aştiyê civakî bikin.”    Bi domdarî Înal anî ziman ku Tuzluçayir ji bo sosyalîstan cihekî girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li vir ser pêvajoyê û şêweyê avakirina civaka demokratîk biaxivin. Ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê em banga tevlibûnê li her kesî dikin.”