ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN 2025-09-01 09:00:50   * Hunermendan diyar kirin ku bendewariya wan a ji komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ew e ku çand û hunera Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin.    * Endamê OHD’ê Emîn Gokdemîr, diyar kir ku ji bo naskirina statuya Kurdî guhertina Destûra Bingehîn bi tena serê xwe bes nake û got ku hewceye “Qanûna Herfan” û “Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê” û çendek qanûnên din ên astengiyan derdixînin bên guherandin.    * Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got: “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.”    * Daxwaza di mitînga 1’ê Îlonê ya Rihayê de derketî pêş, “Wekhevî û jiyana li welatekî azad” bû.    * Baroya Amedê dê bi boneya destpêkirina sala nû ya edlî dê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (11.30)   * Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li gelek bajaran meş bên lidarxistin û daxuyanî bên dayin. (17.00-20.00)