Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin 2025-07-15 11:43:43   MANÎSA / BALIKESÎR - Agirên ku li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê û navçeya Burhaniye ya Balikesîrê bi qadên hêşîn ketibûn, hatin tefandin.    Li Taxa Kayişlar a navçeya Sarûhanli ya Manîsayê agir bi qadeke hêşîn ket. Bi hatin tîmên agirkujiyê re agir hat tefandin. Hat diyarkirin ku qadeke 20 hektarî zirar ji şewatê dîtiye. Li herêmê xebatên cemidandinê didomin û têkildarî derketina şewatê lêpirsîn hat destpêkirin.    BALIKESÎR   Li Taxa Îskele ya navçeya Burhaniye ya Balikesîrê jî, li ser rêya Îzmîr-Çanakkaleyê agir bi qadeke hêşîn ket. Sedema derketina şewatê nehat hînkirin, lê berî ku agir berbelav bibe agirkujiyê ew tefand.    Li herêmê xebatên cemidandinê didimin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.