Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû 2025-07-14 15:49:05   STENBOL - Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer di danişîna doza ji dosyaya “lihevkirina bajar” de tehliye bû. Ji ber ku Ozer ji dosyayeke din jî girtî ye, nehate berdan.   Danişîna doza Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ku ji ber “lihevkirina bajar” ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Ozer, Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Nûrî Aslan, Serokê CHP’a Stenbolê Ozgur Çelîk û Dîlek Kaya Îmamoglû û partiyî tev li bûn.    Di dozê de ji 7 salan heta 15 salan cezayê hefsê ji bo Ozer tê xwestin. Danişîn, bi guhdarîkirina şahidan dest pê kir. Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’a Mûşê yê berê û şahidê doza “Şaîbeya di lijneya CHP’ê de” Erkan Çakir, ji bo pirsa “Têkildarî endamtiya Ahmet Ozer tu agahî li ber destê te hene?” ev bersiva sosret da: “Şêweyê bilêvkirina PKK’ê nîşaneya endamtiya ye.”    Piştî îfadeyên şahidan, dozger mutalaaya xwe da û xwest rewşa girtî ya Ozer bidome. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê bo Ozer da. Lêbelê ji ber ku Ozer di çarçoveya doza “di îhaleyê de hîle kiriye û nelirêtiyê” de jî girtî ye, nehate berdan.