Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin 2025-07-06 13:13:13 AMED / WAN - Li Amed û Wanê “Komxebata bi Ciwantiya Pêşeng re Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Di komxebatan de hate diyarkirin ku dê avakirina civaka demokratîk bi pêşengtiya ciwanan were kirin.  Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Amedê “Komxebata bi Ciwantiya Pêşeng re Civaka Demokratîk” li dar xist. Komxebat, li Navenda Kongreyan a Çand Amedê hat lidarxistin û gelek siyasetmedar û ciwan tev li bûn. Di komxebatê ciwanan ji ewil li ber stranan govend gerand û dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. Komxebat, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî têkildarî xebatên meclisa ciwanan sînevîzyonek hate pêşandan. Ciwanan, Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de hatibû qetilkirin jî bi bîr anî.    Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Omer Gorunmek di komxebatê de bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ciwan di avakirina civaka demokratîk de pêşengtiyê dikin. Gorunmek, got ku li dijî modernîteya kapîtalîst, têkoşîna modernîteya demokratîk tê kirin.    Komxebat, piştre ji çapemeniyê re girtî domiya. Di komxebatê de niha sernavên “Konfederalîzma Demokratîk: Bingehên Sazîbûn û Pratîkî”, “Azadiya Jinê û Perspektîfa Jineolojiyê” û “Tehekûma li ser Jinê û derketina pirsgirêkên civakî” didome.    WAN   Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Wanê jî “Komxebata bi Ciwanên Pêşeng Civaka Demokratîk” li dar xist. Komxebat, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û ciwan tev li bûn. Komxebat, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut axivî.    Lorîn Aryen Turgut, diyar kir ku bi sala ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, têkoşîna xwe ya polîtîk û felsefî didomîne û got: “Ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê me, hêviya azadiyê ya hemû mirovahiyê zindî dihêle. Em jinên ciwan, li cihê ev ronahî ji ewil lê çirûsî ne. Em hem veguhêzên vê ronahiyê hem jî hêza wê ya afirîner in. Pêvajoya em tê de ne, ne tenê krîzeke pergalê ye; di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk jî bangekî mezin e. Ji bo ji vê bangê re bibin bersiv, divê em ji her demê bêhtir analîzên piralî bikin û bêhtir berê xwe bidin paradîgmaya Rêbertiyê ku alternatîfeke jiyan û têkoşînê ya cuda pêşkeşî me dike. Paradîgmaya civaka demokratîk, azadiya jinê dixe navenda xwe û di zîhniyetê de jî veguherîneke radîkal pêşniyar dike. Weke jinên ciwan, ev veguherîn jî xwe dispêre kirdebûna me û pêşengtiya me ya rêxistinî.”    Di berdewamê de Lorîn Aryen Turgut bi lêv kir ku heta nasnameya jinan a hatiye zincîrkirin azad nabe dê tu pirsgirêkên civakî çareser nebin û axaftina xw wiha qedand: “Em jinên ciwan, veguhêzên vê rastiyê ne. Li vê dinyaya ku pergala mêrê serdest her roj jinûve tê afirandin, nirxandinên Rêbertiya me hêza berxwedan û jinûveavakirinê dide me. Rêbertiya me, ciwanan weke dînamîzma şoreşê û jinan jî weke pêşengên şoreşa exlaqî û polîtîk dinirxîne. Pardîgmaya neteweya demokratîk, nîşan dide ku ji bilî netewe-dewletê jî jiyanek pêkan e. Ev jiyan jî bi pergaleke ku jiyan û mirov wekhev û azad û jin tê de pêşeng pêkan e. Em jinên ciwan, em hem kirdeya vê pergalê ne, hem pêşengên wê hem jî temînata wê ne.”    Piştî axaftinê, sînevîzyonek hate pêşandan û ciwanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.    Komxebat, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.