Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin! 2025-07-03 09:46:29   ŞIRNEX - Dîmenê nû yên qirkirina daran a li Çiyayê Gabarê ku tevî hemû bertekan jî nayê sekinandin, derketin. Li gudnê Bîremîrê dîmenên bi hezaran darên hatine birîn hat kişandin.    Li Şirnexê zêdetirî 5 sal in bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Cûdî û Gabarê û li herêmên Besta, Cilênimêja, Komato û Qeşûranê bênavber dar tên birîn. Qadên dar lê tên birîn niha jî li navçeyên Qileban û Elkê belav bûne. Çiyayê Gabarê jî di bin navê lêgerîna petrolê de tê tunekirin.    Birîna daran, li gundê Bîremîrê yê li quntarê Çiyayê Gabarê belav bû. Ev gund, ji salên 90’î de heta niha bi hinceta “ewlehiyê” qedexe ye. Di dîmenên nû hatine kişandin de li devereke gund darên emrê wan sedsan sal e tên birîn û li kêleka rêyê hatine komkirin. Bi hezaran tonên qoçan li kêleka rêyê hatine komkirin. Ev qoç, ji hêla cerdevanan ve li TIR’an tên barkirin, dibin bajarên cuda û tên firotin.    TÊN TUNEKIRIN   Li gorî çavkaniyên ji herêmê, karûbarê birîna daran bi heftaye didome û texrîbateke cidî gihiştiye ekosîstema daristanê. Ekolojîstan, diyar kirin ku Çiyayê Gabarê ji hêla avhewaya herêmê û curbicuriya biyolojîk qadekî krîtîk e û birîna daran a li herêmê dê bi demê re bi xwe re encamên hilweşîner bîne.    MA / Zeynep Durgut