Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin 2025-07-01 08:28:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer û Serokê CHP’ê yê Bajar Şenol Aslanoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehêde li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de gelek kes hatin binçavkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer û Serokê CHP’ê yê Bajar Şenol Aslanoglû jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 120 kesan biryara binçavkirinê hate dayin.