Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin 2025-06-30 13:00:05 ENQERE - Di danişîna doza lijneya CHP’ê de biryar hate dayin ku xwe li benda tekezbûna pêvajoya îtîraza li dijî biryara bêpeywiriyê bigirin.    Danişîna duyemîn a doza bi daxwaza betalkirina Lijneya 38’emîn a Asayî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ku di 4-5’ê Mijdara 2023’yan de hate lidarxistin û dûrxistina rêveberiya partiyê ji peywirê hatiye vekirin, li 42’yemîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Enqereyê hat lidarxistin. Ji ber ku eywana dadgehê biçûk bû, gelek kes negirtin hundir. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû ku weke mexdûr di dozê de ye, delegeyên lijneyê ku weke gilîker di dozê de cih digirin Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê Lutfu Savaş tev li danişînê nebûn. Wekîlên CHP’ê û parêzerên dozê di danişînê de amade bûn.    Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre ji ewil parêzerê Lutfî Savaş axivî. Parêzerê Savaş, xwest lijne were betalkirin, rêveberiya Ozgur Ozel weke tevdîr ji peywirê were dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglû bibe rêveberê partiyê.    Parêzerê CHP’ê Çaglar Çaglayan jî xwest daxwaza mudaxileya ferî ya endamên PM’ê were qebûlkirin û xwest xwe li benda tekezbûna darizandina cezayê were girtin.    Dadgehê piştre biryara xwe da û daxwaza mudaxileya ferî qebûl kir.    Parêzerê Savaş dîsa axivî û got ku daxwazeke wan a weke “tayînkirina qeyûm” nîne.    Dadger, biryar da ku xwe li benda tekezbûna pêvajoya îtîraza li dijî biryara bêpeywiriyê bigirin û danişîn taloqî 8’ê Îlonê kir.