Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin 2025-06-29 12:10:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî Xezeyê daxuyanî da û xwest ku têkildarî pevguhertina dîlgirtiyan peyman were çêkirin.    Serokê DYA’yê Donald Trump, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî Xezeyê daxuyaniyek da. Trump, di parvekirina xwe de wiha got: “Li Xezeyê li hev bikin û dîlgirtiyan pavşe bînin.”    Şerê ku piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir ku hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 250 kes dîl hatibûn girtin, didome.  Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişên Îsraîlê yên heta niha de zêdetirî 56 hezar Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.    ÇI BÛBÛ?   Trump, bi boneya bidawîbûna şerê 30 sal bûn di navbera Ruanda û Komara Kongoyê ya Demokratîk didomiya de li Qesra Spî daxuyanî dabû. Trump, anîbû ziman ku agirbesta li Xezeyê nêz e û gotibû: “Rewşa li Xezeyê tirsnak e û li gorî min dê di nava hefteya pêş de agirbestek were kirin.”    Trump, anî ziman ku meseleya agirbestê ya li Xezeyê gelek caran ji wî tê pirsîn û got: “Gavek berê têkildarî mijarê bi hin kesên eleqedar re min hevdîtin kir.”