Ji bo Qada Galatasarayê kampanya 2025-06-28 15:42:34   STENBOL - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Qada Galatasarayê ji çalakiyan re bê vekirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi sernavê “Divê Qada Galatasarayê ji protestoyan re bê vekirin” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di parvekirina li ser medyaya dîjîtal de, ev tişt hatin diyarkirin: “Dayikên/Mirovên Şemiyê 30 sal in li Qada Galatasarayê ji bo xizmên xwe yên hatine binçavkirin û piştre bi zorê hatine windakirin, daxwaza heqîqet û edaletê dikin. Lê belê qad bi salane ji protestoyan re girtî ye. Ji bo Galatasarayê ji protestoyan re bê vekirin, beşdarî kampanyayê bibe.” Lînka kampanyayê