Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir 2025-06-19 15:52:26 MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Latîfe Dag ku demekî dirêj bû pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, jiyana xwe ji dest da.    Dayika Aştiyê Latîfe Dag (77) ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya, wefat kir. Latîfe Dag ku demekî dirêj bû pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, di saetên serê sibehê de rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Latîfe Dagê li nexweşxaneyê wefat kir. Cenazeyê Latîfe Dagê li Goristana Hecaceyê ya navçeya Nisêbînê hate definkirin.    Kurê Latîfe Dagê Eşref Dag di sala 1997’an di pevçûneke li Erziromê de jiyana xwe ji dest dabû. Latîfe Dagê demekê dirêj di xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê de cih digirt.