Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike 2025-06-17 09:36:07 AMED - Endamên Meclisa Ekolojiyê yaAmedê diyar kirin ku dê têkoşîna li dijî texrîbata ekolojîk geş bikin.    Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, di 15'ê Hezîranê de bi dirûşma “Hişmendiya ekokolojîk, hişmendiya esasî ya îdeolojîk e” damezirandina xwe îlan kir. Kesên ekolojîst, cotkar, rojnameger û xwendekar û partiyên siyasî, saziyên demokratîk ên civakî di nava meclisê de cih digrin.    DÊ PIŞTEVANIYA BERXWEDANA GUNDAN BIKIN     Endama Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte, der barê xebatên xwe de axivî û diyar kir ku bi lêgerîna maden, petrol, HES’ê ve eko-qirkirin tê kirin. Leyla Çîteyê, destnîşan kir ku divê li hember van êrişan têkoşîneke hevpar bê kirin û ji ekolojiye tenê komel û saziyên ekolojiyê ne berpirsiyar in û got: “Ger em qala azadiya jinê, îdeolojiyek demokratîk, ekolojîk bikin divê têkojîna ji bo ekolojiye di nava civakê de belav bibe. Meclis şêwaza me ya rêxistinbûneke azad e. Qadeke demokrasiyê ye ku hemû beşên civakê dike yek û her kes xwedî gotin e. Kêmasî û valahiya vê xebatê hebû. Me bi hevre bawerî bi geşbûna têkoşîna ekolojiyê anî û me gav avêt.”   Leyla Çîte destnîşan kir ku dixwazin piştevaniyê bidin xebatên ekolojiyê yên ku li derên dîtir tê kirin û wiha domand: "Li gel aktivîstên meclisê em ê piştevaniya têkoşîna li gundan a li hember eko-qirkirinê biidn û ev yek di nava armancên me de ye. Divê meclis di heman demê de ji bo me bibe akademî û cihê zanînê. Komeleya Ekolojiyê kargehake çêdikin. Di Meclisa Ekolojiyê ya Amedê jî kargeh pêk bên."   BALKIŞANDIN SER TÊKOŞÎNA HEVPAR    Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Hasan Yalçin jî diyar kir ku bi giştî xebatên ekolojîk li ser hinek koman tên meşandin û ev rewş têkoşînê qels dike. Yalçin, destnîşan kir ku bi damezirandina meclisê ve dê vê parçebûnê ji holê rabikin û li dijî hilweşandinên xwezayê, dê çalakiyan li dar bixin. Yalçin, bal kişand ku dê saziyên demokratîk ên di nava meclise de helwestek hevpar nîşan bidin.