Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin 2025-06-16 09:12:42 MÊRDÎN -  Kêla gora Idrîs Turan ê HPG’î ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hate texrîbkirin. Bav Sadik Turan bertek nîşan da û got: “Heke daxwaza wan xwişk-biratî be, wê demê divê pêşiya vê bigirin.”   Kêla gora Idrîs Turan ê HPG’î ya li goristana Midyad a Mêrdînê ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve cara duyemîn hate texrîbkirin. Nasnavê Turan ê li ser kêla gora Turan û çarîna bi Kurdî ya li ser kêlê bi boyaxa reş hate reşkirin û stêrka bi rengên kesk, sor û zer jî bi betonê hate giritn. Nehat zanîn ka gora Turan kengî hatiye texrîbkirin û malbata pêr çû serdana gora zarokê xwe, dît ku kêla gorê hatiye texrîbkirin.    Li ser vê yekê bav Sadik Turan dîsa kêla gora kurê xwe sererast kir û betona lê hatibû kirin rakir. Sadik Turan, bertek nîşanî vê kiriyarê da û xwest pêşiya van êrişan were girtin.    CEZA HATE DAYÎN   Sadik Turan, da zanîn ku kurê wî di 22’yê Çileya 2012’an de li Midyadê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye û got: “Di Cejna Qurbanê de em çûn serdana gorê û tu tiştek bi gorê nehatibû kirin. Ji bo wan sembolên li ser kêla kurê xwe jê bibim, di demên berê de hatim hişyarkirin. Ji ber ku min jê nebir, li min doz hate vekirin û 7 hezar û 500 lîre ceza hate dayin. Ji ber ku min ev pereye neda, ev ceza weke mehekê xizmeta cemaweriyê guherandin. Piştre jî zirar dan kêla gora kurê min û endamên din ên HPG’î. Di cejnê de em hatin serdanê û tiştek nebûbû. Piştî cejnê dayika wî hate goristanê û dît ku stêrk bi betonê hatiye girtin.”    ‘DIVÊ PÊŞIYA VAN WERE GIRTIN’   Di berdewamê de Turan anî ziman ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoyek dest pê kiriye û got: “Di demeke pêvajo tê meşandin de ez mereq dikim kî van tiştên nebaş dikin. Çima wiha dikin, armanca wan çi ye? Gelo dewleteke din di nava dewletê de ye? Em dixwazin ev faîl bên girtin. Em aştiyê dixwazin. Kurê min şehîd e lê ji ber van hevdîtinên aştiyê em gelek keyfxweş bûn. Serokê me ev rê vekir û em jê memnûn in. Em dixwazin ev pêvajo bi ser keve.”    Bi domdarî Turan pirsa “Ma çi zirara stêrka li ser kêla gorê hatiye çêkirin heye?” kir û ev tişt anî ziman: “Ev stêrk li her derê serbest e. Hemû dewlet vê stêrkê bi kar tînin. Ev çi hovîtiye li gorên me dikin? Heta tehemûla gorên me jî nakin. Divê ji vê rêyê vegerin. Heke bi rastî jî xwişk-biratiyê bixwazin, hewceye van karan nekin. Ne tenê ji ber stêrkê, heta ji navan jî aciz in. Navê wî jî boyax kirine. Hewceye pêşiya kesên van tiştan dikin bê girtin.”    ‘BI DESTÊ SEROK BIGIRIN’   Turan, anî ziman ku ew girêdayî Abdullah Ocalan in û axaftina xwe wiha qedand: “Di demeke pêvajoyek tê domandin de derdê we çi ye. Êrişî gorên me dikin û dijminatiyê dikin. Heta ku ev bidomin dê baweriya me bi dewletê neyê. Dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, sabote bikin. Hewceye dewlet li dijî van êrişan baldar be. Bila destê Serokatiyê dirêj kiriye li hewa nehêlin. Em dixwazin bi wî destî were girtin û aştiyeke mayinde çêbibe.”    MA / Ahmet Kanbal