Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin 2025-06-07 09:57:20   STENBOL - Li Ewropayê, rêxistinên hiqûqî yên ku ELDH jî di nav de ye xwe amade dikin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heta meha Îlonê der barê 'mafê hêviyê' de dane Tirkiyeyê, agahdar bikin. Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku pêwîst e Tirkiye ji bo mafê hêviyê gavên pêwîst bavêje.   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bêyî ku îmkana berdanê hebe di sala 2014'an de cezayê 'muebbetê yê girankirî' li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) binpê kir. Di dema DMME de biryar hat dayîn ku 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan bê ewlekirin, di nava 11 salên di ser re derbas bûne de ti sererastkirinên qanûnî nehatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan û rêxistinên maf û huqûqî yên cuda ji Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê re (ku ji çavdêrîkirina biryarên DMME'yê berpirsiyar e) ya derbarê Tirkiyeyê de, agahî dan. Komîteyê di hevdîtinên xwe yên dawî yên di 17-19'ê Îlonê de pêk anî de Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin wê heta Îlona 2025'an biryara navberê bide.   Di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan careke din derket pêş. Lê belê di vê qonaxê de heta niha der barê "mafê hêviyê" de gaveke şênber nehatiye avêtin. Bi nêzîkbûna meha Îlonê re, ku Komîteya Wezîran a AK'ê bal kişand, rêxistinên hiqûqî yên li Ewropayê jî dest bi amadekariyên agahdarkirina komîteyê kirin. Parêzer Rengîn Ergul ku hem endamê Komeleya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) hem jî Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ye, qala amadekariyên li Ewropayê kir.   ELDH JÎ CIH DIGIRE   Rengîn Ergul diyar kir ku li Ewropayê ji bo "mafê hêviyê" amadekariyên qanûnî hene û destnîşan kir ku di nava rêxistinên hiqûqî yên li ser vê mijarê dixebitin de Komeleya Hiqûqnasên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) heye. Rengîn Ergul bibîr xist ku beriya niha serlêdanên saziyên navneteweyî li Komîteyê hebûn, lê cara yekemîn e di vê astê de pêvajoyek îtirazê tê meşandin û wiha got: "Ji hêla parêzerên Birêz Ocalan û rêxistinên civakî yên sivîl ve teblîxatên cuda pêşkêşî Lijneya Wezîran hatine kirin. Ji sala 2021'an û vir ve ev pêvajo gelekî bêhtir sîstematîk bûye. Ev teblîxat xwe dispêre emsalên hiqûqî û belgeyên ku rejîma îdamê ya ji bo Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, ne li gorî mafên mirovan e. Di teblîxatan de tê destnîşankirin ku Tirkiye ji bo mafê hêviyê misoger bike û rejîma înfazê ya heyî li dijî hiqûqê ye, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst nekiriye."   BANDORÊN LI EWROPAYÊ   Rengîn Ergul li ser bandorên gengaz ên teblîxata ku ji Ewropayê li ser Komîteyê û Tirkiyeyê hatiye kirin axivî û wiha got: "Dibe ku ev yek zexta li ser komîteyê zêde bike. Ji ber vê yekê dibe ku komîte neçar bimîne ku li dijî Tirkiyeyê helwesteke tundtir nîşan bide. Naveroka planên çalakiyê yên Tirkiyeyê dikarin bi rengekî tundtir werin şopandin û bi rengekî aşkere werin rexnekirin. Ji bo Tirkiyeyê wê îtibara wê ya navneteweyî zerarê bidomîne. Di mijara Birêz Ocalan de nenaskirina mafê hêviyê ne tenê binpêkirina mafên şexsekî ye, di heman demê de rewşeke ku yekser bandorê li mafên bi hezaran girtiyên jiyanî yên hatine girankirin dike. Dadweriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû welatên endamên Konseya Ewropayê jî têkildar e. Wekî din, ev agahdarî bala raya giştî ya navneteweyî dikişînin û tevkariyê li nîqaşa zelal a qeyda mafên mirovan a Tirkiyeyê dikin. Ev jî bandorên siyasî çêdike, ne tenê yên zagonî."   11 SAL IN BIRYARÊN DMME'YÊ PÊK NAYÊN   Rengîn Ergul bi bîr xist ku 11 sal in biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayê anîn û got, "Cezayê muebbetê yê giran, bi taybetî bi rêziknameyên Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û Qanûna Ceza re weke 'heta mirinê hepsa heta bi hetayê' tê avakirin. Li Tirkiyeyê, ji bo sûcên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de, ji bo kesên cezayê muebbetê yê giran li wan tê birîn, ne ji aliyê hiqûqî ne jî di pratîkê de şensê berdana bi şert nîne. Ji ber vê yekê, nîqaşa li ser mafê hêviyê ne tenê ji bo rewşa Birêz Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyên li Tirkiyeyê cezayê muebbetê giran didin, derbasdar e. Ji bilî vê yekê, rejîma înfazê ya li Birêz Ocalan tê kirin gelekî dijwartir e û heta ne li gorî qanûnên heyî yên Tirkiyeyê ye."   BERPIRSYARIYÊN HIQÛQÎ YÊN TIRKIYEYÊ   Rengîn Ergul anî ziman ku îdîaya Wezîrê Dadê ya 'mafê hêviyê' di qanûnan de nîne, tê wateya redkirina hikûmetê ya ji bo bicihanîna biryarên DMME û AÎHS'ê nîn e, Tirkiye neçar e biryarên peymanên ku ew aliyekî wê ye bi cih bîne û wiha got: "Divê ev berpirsyarî ne weke parçeyek ji ti pêvajoyeke siyasî, weke ferzeke hiqûqê bi cih were anîn. Di warê prensîb û peywirên ku me rêz kirine de daxuyaniyên wezîr ne yên qebûlkirinê ne û ne jî di avaniya pêvajoya muzakereya demokratîk de cih digirin. Em qebûl nakin ku ti daxwazên me yên li ser mafê hêviyê, di pêvajoyeke siyasî de veguhere mijara bazariyê. Lê belê betalkirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ku sedema van hemû binpêkirina mafên mirovan e û bidawîbûna pêkanînên li ser bingeha wê, wê bibe yek ji destketiyên herî girîng ên pêvajoya muzakereyeke demokratîk."   PROSEDURA ŞOPANDIN Û BINPÊKIRINÊ   Rengîn Ergul bi bîr xist ku Tirkiye heta Îlona 2025'an di vê mijarê de dem daye û wiha dewam kir: "Komîteyê di dawiya sala 2024'an de heta dawiya Îlona 2025'an dem da Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku eger heta vê dîrokê guhertinên zagonî pêk neyên wê 'biryara navberê' bê dayîn. Biryara navberê tê wateya şidandina şopandina dîplomatîk ji aliyê komîteyê ve. Lê belê eger Tirkiye biryarên DMME'yê bi cih neyne, prestîja wê yê navneteweyî xera dibe û prosedurên îxlalkirinê dikarin bên destpêkirin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li navneteweyî çalakiyên cuda yên hiqûqî û siyasî tên plankirin. Lê belê, her ku şênber bibe em dikarin hûrgilîyên zêdetir parve bikin. Em li ser vê yekê nîqaş dikin ku divê rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê der barê pêvajoyê de xwedî tevlîbûn û amadekariyeke xurttir bin. Ji ber ku şert û mercên siyasî yên heyî û cewhera rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li ber çavan were girtin, pêwîste ev pêvajo bi rengekî baldar, rêxistinbûyî û berfireh were meşandin."   MA / Dîren Yurtsever