Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’ 2025-05-23 16:25:31   ENQERE - Di danezana PM’a DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya beşdariyeke demokratîk û mafên civakî de, hewcehî bi mutabeqeteke civakî ya xwe dispêre rêgezên hemwelatiya wekhev heye.”    Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh civiya. Di encamnameya civînê de wiha hate gotin: “Dinya, Rojhilata Navîn û Tirkiye di serdemeke krîzên piralî ya ku modernîteya kapîtalîst rê li ber vekirî re derbas dibin. Di vê serdema ku Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin de, şer û pevçûnên herêmê zêde dibin, gelên me di dorpêça şer, tundî û kedxwariyê de tên hiştin. Bi şerê li Ûkrayna-Rûsyayê dest pê kir û bi 7’ê Cotmehê re li Xeze û Lubnan û Sûriyeyê belav bû re hemû welatên herêmê tifaqên şerê nû û polîtîkayên dagirkeriyê yên nû ava dikin.”    'DERFETÊN DÎROKÎ PÊŞKEŞ DIKE’    Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Ev pêvajoya ku gelan di dorpêça şer, tundî û mêtingeriyê de digire, di heman demê de bi rêya berxwedana gelan re derfetên avakirina pergala demokratîk, civakîparêz, sosyalîst û azadîxwaziya jinê jî pêşkeş dike. Di vê çarçoveyê de; ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birÊz Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de deriyê serdemeke nû vekiriye û bi biryara bidawîkirina xebatan a ku PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de girtî re jî ev pêvajo derbasî qonaxeke nû bû.    DÊ TÊKOŞÎN MEZIN BIBE    Pêvajoya diyalogê ya di navbera dewletê, birêz Ocalan û Tevgera Kurd de didome ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk a Tirkiyeyê jî derfetan diafirîne. Partiya me, bi înîsiyatîfa Şandeya Îmraliyê ya partiya me re û bi tevahiya avadaniya xwe, ji bo civakîbûn û mayindebûna aştiyê berpirsyartiyê li xwe digire. Pêvajoyên aştî û çareseriya demokratîk, bi qasî derfetên dîrokî, di heman demê de bi xwe re rîskên cidî jî tînin. Lewma, partiya me ji bo ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê baştir bibe û li gorî daxwaza wan biencam bibe, bibiryar e ku têkoşîna xwe mezin bike.    DERFET ZÊDE NE   Di civîna me ya Meclîsa Partiyê de bal hate kişandin ku divê xeta îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî-pratîk a DEM Partiyê were bilindkirin û hevgirtineke têkoşînê ya ku bi giyanê serdemê û guherînê re têkildar e; bal hat kişandin ku derfeta me ya teşekirina pêvajoyê di rêveçûna tê xwestin de û derketina ji vê pêvajoyê bi destketiyên girîng ên ji bo gelên me re, ji her demê mezintir e. Partiya me berpirsyariya mijara damezrîner a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, li gel têkoşîna azadî û wekheviyê hildigire ser milê xwe. Veguherîna pêvajoya bidawîbûna pevçûn û şîdetê bi aştiyeke mayînde, ancax bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li ser bingeha mafên wekhev pêkan e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de, partiya me ku di veguherîna demokratîk a avadaniya civakparêz û dewletê de hêzeke tolhildêr e, firsendên derketine holê yên alîgirê gelan û bindestan weke wezîfeyeke bingehîn e. Pêkhateyên herî dînamîk ên vê pêvajoyê ciwan, jin û kedkar in.   HER KES BERPIRSYAR E    Polîtîkayên şer ên bi dehan salan, gelên di nava bêhêvîtî û xizaniyê de asê mane, hiştine. Ev banga Birêz Ocalan kiriye ku ji bo aştî û çareseriyên demokratîk zemîneke nû ya diyalogê bê avakirin. Vê pêvajoyê derfetên têkoşîna demokratîk jî berfireh kir. Di vê qonaxa dîrokî de ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, civakîbûna daxwaza aştiyê û derfetên avakirina civaka demokratîk derketine holê, bi taybetî di têkoşînên siyasî û civakî de aşkera ye ku berpirsyariyên cidî dikevin ser milê tevahiya civakê.   RÎSK Û FIRSEND    Pêvajoya aştiyê hem firsendên girîng di nav xwe de dihewîne û hem jî rîskên cidî jî di nav xwe de vedihewîne. Pêvajo wê bi têkoşîn û muzakereyan bi teşe bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî û ji bo pêvajo veguhere destketiyeke ji bo gelên Tirkiyeyê, wezîfeya bingehîn a partiya me ye. Veguherîna demokratîk tenê di çarçoveyeke ku pêşî li berjewendiya her 85 milyon mirovî vedike û bi vîzyoneke hevpar a siberojê ku her kes dikare xwe tê de bibîne dikare pêk were. Di vê rêyê de ked, dilsozî û têkoşînek mezin pêwîst e. Qebûlkirina ku em di serdemeke wiha dijwar re derbas dibin, li ser rêgezeke veguherîner û rizgarker hûr dibin, divê berpirsyariya sereke ya hemû hêzên ked û demokrasiyê be, bi taybetî jî partiya me.   PÊWÎSTÎ BI LIHEVKIRINEKE CIVAKÎ HEYE    Serketina pêvajoyê bi têkoşîna aktîf û rêxistinbûyî ya gelên tevlî bûne, pêkan e. Di pêvajoya diyalogê de divê gelên me hem bibin kirde, hem jî bibin garantiya destketiyan. Di civakîbûna daxwaza aştiyê û avakirina civaka demokratîk de berpirsyariya hêzên sosyalîst ên şoreşger girîng e. Di vê pêvajoyê de xurtkirina têkoşîna hevpar a eniya demokrasiyê jiyanî ye.   Avakirina aştiyê, bi yekitiya bêveger a aştî û demokrasiyê re mifteya geşedanên erênî ye ku wê li her dera welat, di qadên siyasî, civakî û aborî de nîşan bide. Ji bo aşkerakirina potansiyela rasteqîn a gelên Tirkiyeyê ya li ser bingeha aştî û veguherîna demokratîk, di çarçoveya tevlîbûna demokratîk û mafên civakî de pêwîstî bi lihevkirineke civakî ya di prensîbên welatîbûna wekhev de hatiye esasgirtin, heye. Her wiha divê rêgezên pirjimar, azadîparêz û dadmendiyê yên jiyana hevpar a civaka Tirkiyê werin ewlekirin.   DIVÊ JI ÎNSAFA DEWLETÊ RE NEYÊ HIŞTIN   Ji bo me aştî tê wateya Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû welatî xwedî mafên civakî yên wekhev in, dikarin bi rengekî azad bijîn û cihêrengî weke dewlemendiyekê bên qebûlkirin. Tirkiyeyeke demokratîk wê were wateya ku nefes wergirtina gelên Rojhilata Navîn ku em bi wan re çarenûsa hevpar û dîrokeke hevpar parve dikin. Partiya me yek ji hêzên pêşeng ên têkoşîna aştiyê ye. Bi awayekî rast şîrovekirina pêvajoyê û bikaranîna derfetên derketine holê bi awayekî guncaw û di dema xwe de wê rêveçûn, karekter û encamên pêvajoyê diyar bike. Bicihanîna vê berpirsyariyê di serî de wezîfeya partiya me ye. Her wiha avahiyên demokratîk, çep û sosyalîst jî vê berpirsyariyê parve dikin. Nebicihanîna vê berpirsyariyê ya îro, wê were wê wateyê ku pêvajo ji însafa dewletê re bê hiştin û destûr bê dayin ku li gorî daxwaza xwe hin tiştan teşe bigire.   Partiya me ku di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêşveçûna pêvajoya aştiyê de di navendê de ye, ji bo bandorê hem li hikûmetê hem jî li mûxalîfan bike divê bi têra xwe bi cidî bixebite û berpirsyariya dîrokî bîne cih. Li ser vê bingehê, dem hatiye ku em bala xwe bidin ser avakirina aştî û civaka demokratîk ku hesreteke mezin a gelên me ye û têkoşîna rêxistinî û bîrdozî mezin bikin. Dem ew dem e ku ji bo gelên me û bindestan hefteyê 7 rojan rojê 24 saetan bi hêvî û coş bixebitin. DEM Partî wê bi berpirsyariya bicihanîna vê rola dîrokî tevbigere.”