Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza 2025-05-23 15:45:24   ENQERE - Li Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Sîncanê,  47 girtiyên ku têlên ji şibakeyên wan ên hucreyê rakirin, mafên wan ên civakî hatin betalkirin û cezayê hucreyê li wan hate birîn.    Li Girtîgeha Sîncanê ya hejmara 2’yemîn, li ser şibakeyên hesin ên têlên zêde hatin bicihkirin . Girtiyan diyar kirin ku van têlan bandor li hewa û ronahiyê kirine, bandoreke neyînî li tenduristiya wan dikin û xwestin betaniyan bê rakirin. Piştî ku rêveberiya girtîgehê bersiveke neyînî da daxwazê, girtiyan di 11'ê Nîsanê de bend rakirin. Piştî çalakiyê, Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 12'ê Nîsanê de civiya û biryar da ku dest deyne ser kelûpel, kêra fêkî, çekpas, her wiha kevçiyên ji hucreyê. Her wiha komîte di 14'ê Nîsanê de cara duyemîn kom bû û biryar da ku egzersîz, atolye, sohbet û gelek mafên din ên civakî yên girtiyan bên sînordarkirin.   VALAKIRINA DEPOYAN Û LÊPIRSÎNA DISÎPLÎNÊ    Desteya Çavdêriyê di civîna xwe ya 24'ê Nîsanê de daxwaza valakirina depoyê kir û biryar da ku heke pirtûk ji malbat û xizmên xwe re neyên şandin, pirtûkan tune bikin. Di biryara ku bi hinceta di depoyê de cih nemaye hatiye girtin de, hat diyarkirin ku ji bo şûna van pirtûk û weşanan di nava 60 rojan de carekê yên nû dikarin bên kirîn. Rêveberiyê der barê girtiyan de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin. Daxwaza girtiyan a ji bo îfadeya bi Kurdî bi hinceta rêziknameya di Xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn de ku dibêje 'Zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê Tirkî ye' hat redkirin.   Mehmet Emîn Çeçî têkildarî lêpirsînê de agahî da û diyar kir ku astim û vedîtin kêm e û têl nahêlin hewa baş bikeve hucreyên wan û kincên ji ber baran ziwa dibin hêmiya li hucreyê zêde dikin û pirsgirêkên tenduristiyê girantir dikin.    Girtiyê bi navê Şerîf Mesûtoglû îşaret bi tecrîdê û pirsgirêkên diafirîne kir û anî ziman ku ji ber Kurdbûyînê ew bi cezayên bi vî rengî, tecrîdê û şert û mercên bi vî rengî re rû bi rû ne. Girtiyên din işaret bi tecrîdê, pirsgirêkên ji ber têlan hatine kirin û işaret bi peymanên neteweyî û navneteweyî kirin û diyar kirin ku ev pêkanîn îşkence û binpêkirina mafên mirovan e.   NAVÊN KESÊN CEZAYÊ HUCREYÊ HATIYE DAYÎN    Navê girtiyên ku 7 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn ev in; Mehmet Înal, Tekîn Çakmak, Înan Akin, Ahmet Çagli, Mehmet Emîn Çeçî, Yûsûf Boz, Kemal Huseyîn, Roger Tîrej Ozalp, Ogur Faîkoglû, Mahmût Balkaş, Mehmet Nûrî Ozen û Cîhan Yaşar 7 rojan cezayê tecrîdê hat birîn. Girtiyên ku 15 cezayê hatiye birîn ev in; Cafer Sabar, Bulent Ozturk, Salîh Gun, Îsmet Akin, Yusuf Çabûk, Hakan Adiguzel, Ahmet Azîz Muhammet Halîfe, Mehdî Baştîmur, Dervîş Îsmaîl, Serdar Devîren, Mehmet Maşuk Abay, Îsmet Karak, Bariş Aksin, Bariş Kahraman, Serhat Yuksek, Bariş Alhanî, Şahîn Gumuş, Şeyhmus Boyraz, Huseyîn Turmak, Aras Aslan, Mustafa Bîçen, Ozgur Sonmez, Kenan Yildizbakan,  Ebubekîr Eker, Zeynel Abidîn Bozkurt, Kenan Avci, Mehmet Guzeller, Îbrahim Yagiz, Şerif Mesutoglu, Ramazan Çeper, Huseyîn Barsak, Selîm Adiyaman, Ramazan Korkmaz, Cem Yezdak, Mehmet Siddik Ozbakiş. Parêzerên girtiyan li dijî van cezayan serî li Dadgehên Înfaz û Cezayên Giran dan.   BIRIN ROJEVA MECLISÊ   Endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) û parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan mijar anî rojeva meclîsê. Newroz Ûysal Aslan da zanîn ku sîstema mîmarî ya li girtîgehê li dijî mercên li gorî rûmeta mirovahiyê ye û tevî serlêdanan jî guhertineke binesazî nehatiye kirin û wiha got: "Li gorî vegotinên girtiyan, ev pêkanîn helwesta zextdar û kêfî ya rêveberiya girtîgehê nîşan dide û mafên bingehîn bi awayekî zelal binpê dike. Girtî diyar dikin ku girtiyên edlî li jora wan hatine bicihkirin û ev kes bi heqaret û gotinên zayendîperest ên timî wan dikin hedef. Her wiha destnîşan kirin ku van kesan di demên berê de cezayên dîsîplînê kirine û pirsgirêkan bi bicihkirina wan di astên jor de dîsa destpê kiriye."   Newroz Uysal Aslan xwest komîsyon mijarê li girtîgehê lêkolîn bike û cezayên ku hatine birîn bên betalkirin.    MA / Mehmet Aslan