Parêzera OHD’î hate binçavkirin 2025-05-21 11:38:16   STENBOL - Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD’ê Rûken Gulagaci hate binçavkirin.    Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Rûken Gulagaci, 20'ê Gulanê ji bo karên pîşeyî çû Girtîgeha Kandirayê, lê dema ji girtîgehê derket hate binçavkirin. Ji bo binçavkirina Rûken Gulagaci biryara girtinê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê weke hincet hate nîşandan.   OHD'ê li ser hesabê X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi dosyayên pûç ên bi têgihiştina siyasî têne amadeikrin pîşe û hempîşeyên wan nikarin bêne krîmînalîzekirin û hate xwestin ku Rûken Gulagaci tavilê bê berdan.