Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin 2025-05-20 09:05:12 WAN - Di îdîanameya der barê Korgeneral Y.A. de têkildarî mirina Seyîthan Durdu de hat amadekirin de hat gotin ku leşker li derveyî qada peywira xwe tevgeriyane, kakilên guleyan ên li cihê bûyerê ne yên bûne sedema mirinê ne û ji bo ceza neyê birîn bersûc îfadeyên nakok dane.    Seyîthan Durdu (40) di 28 'ê Kanûna 2024'an de di encama gulebarana leşkeran de li gundê Avzerk a girêdayî navçeya Serav a Wanê jiyana xwe ji dest da. Fermandarê 3'yemîn Fîrmaya Sînor a 2'yemîn Tabûra Sînor a Tûlgaliyê Y.A di 31 'ê Kanûnê de hat binçavkirin û girtin. Piştî îtîrazê Y.A di 7ê Çileyê de bi hinceta "delîlên kêm" hatibû berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna xwe ya li ser bûyerê qedand. Der heqê Korgeneral M.Ç û Onder S.G. de ku bi hinceta ku roja bûyerê li cem Y.A bûn biryara "neşopandinê" hat dayîn û der heqê Y.A. de bi îdîaya "kuştina bi niyeta gengaz" îddîaname hat dayîn. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdîaname qebûl kir û biryar hat girtin ku rûniştina yekem di 21’ê Gulanê de pêk were.   Di îdîanemeyê de hat îdiakirin ku Seyithan Durdu ji ber ku guh nedaye hişyariya "raweste" hatiye gulebarankirin. Hat diyarkirin ku di rapora pisporiya edlî ya laboratûwara Sûcê Cendirmeyan a Wanê û Laboratûwara Polîsên Sûcên Herêmî ya Erziromê de hatiye diyarkirin ku guleyên li cihê bûyerê hatine dîtin ji çeka Y.A hatiye avêtin.   ŞOPÊN TEKERAN AYDÎ WESAYÎTA LEŞKERAN E     Li gorî rapora pisporan a Midûriyeta Laboratuvara Krîmînal a Cendirmeyan, Y. A. û her du leşkerên din bi wesayîtê diçin cihê bûyerê û şopên tekeran ên li cihê ku Durdu hatiye kuştin dişibe şopên tekeran a wesayîta leşkeran.    Di îdianameyê de tê gotin ku; “Gumanbar Y. A. li aliyê piştî yê wesayîtê paceya wesayîtê vekiriye, hişyariya ‘raweste’ kiriye, ligel ku nesekiniye 2-3 caran gule berî hewayê daye, di encama gulebaranê de kakilê guleyê 2’yemîn û 3’yemîn herêma pişt a maktul ketiye, ji zikre ketiye hundir, di damara mezin (aort) û rûvî qelişandiye û li aliyê zik ve derketiye derve û bi vî rengî bûye sedema mirinê. Di encama lêkolînê de li cihê bûyerê qalikên 2 guleyan û kakilê guleyekî hatine dîtin.”   QALIK Û KAKIL AYDÎ HEMAN GULEYÊ NÎN IN!    Rapora pisporiya krîmînal a ji Laboratûwara Polîsên Herêmî yên Krîmînal a Wanê di îdîanameye de cih girt. Di raporê de hat diyarkirin ku qalikên li cihê sûîkastê hatine dîtin aîdî çeka ku Y.A bikar aniye ye. Lê belê hat îdîakirin ku fîşeka bûye sedema mirina Dûrdû "bi biryar e ku ji çeka Y.A nehatiye avêtin."     Di îdîanemeyê de ev îdîa cih digirin: "Li gorî rapora biyolojiyê ya Midûriyeta Laboratûvara Krîmînal a Cendirmeyan a Wanê, hat tespîtkirin ku gumanbar Y.A an jî kesên din li cihê bûyerê çek neteqandiye, lê xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane di qalikê hatiye tespîtkirin de hatiye dîtin. Lê belê, li ser ti nimûneyên ku ji hesp û derdorê hatine girtin, rastî xwîna kesê hatiye kuştin nehatine û ev jî nakokî ye (...)."   KAKILÊ GULEYÊ HEMAN NÎN E   Di rapora pisporiya krîmînal a Midûriyeta Laboratûwara Krîmînal a Herêmê ya Erzîromê de hat ragihandin ku nêrîneke pispor a 'gulebera pêwendîdar di deformasyonê re derbas nebûye û li ti objeyê nedaye' heye. Wekî din, hat bibîrxistin ku roja bûyerê rapora otopsiyê ya ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Wanê ve hat amadekirin, hat vegotin. Hat bibîrxistin ku fîşeka bûye sedema mirina Durdu, mîna ku di rapora tipa edlî de jî tê gotin, 'bi qelişandina aort û omurgayê re' hatiye deformekirin. Her wiha hat diyarkirin ku wê guleya ne deformekirî ya li cihê sûcan hatiye dîtin nebûye sedema mirina Durdu. Nakokiya ku di raporê de qala wê tê kirin, gumana ku guleya bûye sedema mirina Durdu hatiye guhertin, xurtir dike.   ÎFADEYÊN NAKOK ÊN BERSÛC    Di îdîanameyê de bal hat kişandin ku Y.A di parastina xwe de diyar kiriye ku Durdu nehatiye gulebarankirin û piştre jî îfadeyên nakok dane. Di îddîanameyê de tê gotin, "Gotinên bi nakok ên gumanbar, ji ber ku gumanbar û hevalê wî bi rengekî 'aram' peyam dane hev û jêbirina agahiyên ragihandinê yên navbera saet 03:00-05:00 ê dema bûyer qewimî, nîşan dide ku divê ji gotinên gumanbar ên bi armanca xwe xilaskirinê ye, divê neyê bawerkirin."   CIHÊ KU DÛRDÛ LÊ HATE GULEBARANKIRIN NE QADA LEŞKERÎ BÛ    Beşeke din a girîng a agahiyên di îdîanmeyê de cih girt ew bû ku cihê Durdu lê hat qetilkirin ' li derveyî Herêma Qedexe ya Leşkerî ya 2’yemîn bû. Di îdîanameyê de hat gotin ku divê cendirmeyan ji peywirdarên hiqûqê re ragihînin lê gumanbar ti teblîxat nedane.'    Ligel van agahiyan jî hat xwestin ku der heqê leşkerê sûcdar de 'hukmên provakasyona neheq a ji sînorê jêr' bê sepandin. Îdianame wiha berdewam kir: '(...) Hate qebûlkirin ku gumanbar bi niyeta potansiyel tevgeriyaye, îhtîmala lêdana li mexdûrê li ber wî di encama ku vekiriye de hatiye dîtin û bi vî awayî sûcê niyeta mimkun a kuştina qurbanê bi armanca rawestandina mexdûriyetê hatiye kirin. Hat fêmkirin ku ji bo dozeke gelemperiyê di vê mijarê de bê vekirin, bi têrkerî gihaştine guman û delîlan ( ...)'   Lê di beşa cezaxwestinê de, behsa nakokiyên ku di raporan de cih digirine nehatiye kirin.   PARÊZER: HINCETA TAHLIYEYÊ NEMAYE   Parêzerê malbata Durdu Ozal Bedîr diyar kir ku wan der barê her du leşkeran de îtîraza biryara "nedarizandinê" kirine. Parêzer Bedîr bal kişand ser rapora ku ji aliyê Laboratuara Emniyeta Herêmî ya Ceza ya Erziromê ve hatiye amadekirin bingeha serbestberdana bersûc ji holê rakiriye.   ‘NASNAMEYA 3 LEŞKERAN DIYAR NÎN E’   Parêzer Bedir li ser bêhiqûqiyên di dema otopsiya Durdu de wiha got: "Hin mijar hebûn ku di pêvajoya darizandinê de ji ber nepenîtiyê me nekarî mudaxale bikin, lê me bi nivîskî ji wan xwest. Em dibînin ku cendirme li derveyî daraza wan li cihê sûç kirine tevgeriyane. Cendirme tevî ku ti rayeya wan nîne jî dixwaze di otopsiya mexdûran de amade be. Em çavdêrî dikin ku 3 personelên leşkerî yên ku nasnameya wan hê nehatiye diyarkirin, bêyî dozger, fermaneke nivîskî yan jî talîmatê diçin cem maktul. Ev mesele wê roja danîşînê zelaltir bibin."    Her wiha Bedîr destnîşan kir ku ew ê daxwaza berfirehkirina lêpirsînê bikin û hemû delîlan pêşkêşî dadgehê bikin û wiha got: "Di mijara pêvajoya lêpirsînê de gumanên me hene. Bi taybetî ev bûyer gelek caran li herêma sînor a Wanê rû didin. Em bi polîtîkaya bêcezahiştinê re rû bi rû ne. Ji bo ev doz bêceza nemîne em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin me."   MA / Adnan Bîlen - Bîlal Babat