Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin 2025-05-18 12:52:46   WAN - Akademîsyen Îsmet Xabur di Sempozyuma Zimanê Kurdî de axivî û ji bo siyasetê got: “Zêde girîngiyê nadin ziman. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe.”    Duyemîn Sempozyuma Zimanê Kurdî ku Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê li dar dixe, di roja duyemîn de didome. Bi moderatoriya Nûrhat Hetavê rûniştineke nû hat lidarxistin. Ji Zanîngeha Dihokê Dr. Xezal Fedekar û Îsmet Xabur têkildarî rewşa zimanê Kurdî axivîn.    ‘REWŞA KURDÎ YA LI HER ÇAR PARÇEYAN HEMAN E’    Dr. Xezal Fedakar bi sernavê “Li Rojhilat û Sineyê bikaranîna ziman û rewşa Kurdî” pêşkeşiyek kir. Dr. Xezal Fedakar got: “Li Sineyê tevahiya gel bi Kurdî diaxive lê di fermiyetê de Kurdî tune ye. Li Îranê gelek milet û ziman hene. Ji wan yek jê ya herî girîng jî Kurdî ye. Kurdî, yek ji zimanên nû yên Îranê tê qebûlkirin. Li Îranê gelek berhemên girîng ên bi Kurdî hatine afirandin.”    Dr. Xezal Fedakar, diyar kir ku kêmbûna pirtûkên zanistî yên bi Kurdî û ji ber ku Kurdî zimanê perwerdeyê nîne, ev li pêşiya Kurdî dibin astengiyên mezin. Xezal Fedakar, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Hema hema li her çar parçeyan Kurdî heman qederê dijî. Her wiha ji ber ku di navbera Kurdan de yekitiyeke ziman tune ye, ev yek li pêşiya pêşketina ziman dibe astengiyeke mezin.”    AKADEMÎ REXNE KIR   Îsmet Xabur jî bi sernavê “Cihê Kurdî ya li Başûr di nava akademiyan de” pêşkeşiyek kir. Xabur, destnîşan kir ku mêtingerî li pêşiya pêşketina zimanê Kurdî astengî ye û li dijî vê divê girîngî bi Kurdî were dayin. Xabur, wiha domand: “Girîng e ku em bi kronolojiya zimanê xwe bizanin. Ji ber ku divê em li gorî vê gavan biavêjin. Li Kurdistanê siyaseta ziman nayê kirin. Ne di akademiyan de ne jî di saziyên fermî de siyaseta vê nayê kirin. Li Kurdistanê 49 akademiyên me hene û ji van tenê 13 jê perwerdeya xwe bi Kurdî didin. Anku ji van akademiyan tenê di ji sedî 26’an de Kurdî heye û ji sedî 73’yan de jî perwerdeya Kurdî tune ye. Ev rewşekî gelek biêş e.”    'QÎMETEKE PÊWÎST NAYÊ DAYIN’   Xabur, daxuyand ku li Herêma Federe ya Kurdistanê zimanê fermî Kurdî ye lê belê qîmeta pêwîst nayê dayin û got: “Ev rewş jî ziman marjînal dike. Bi taybet jî ji bo li zanîngehan zimanê Kurdî bê ferzkirin, divê biryarek were dayin. Divê zimanê Kurdî di dersên bîrkarî û hwd. de bibe zimanê perwerdeyê. Kurdî bi têrî vê dike û jê zêdeye jî. Ji bo vê jî divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe û di vê mijarê de karên girîng bên kirin.”