Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje 2025-05-18 09:01:44 ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrî kongreya PKK’ê nirxandin û gotin: “Divê dewlet vê firsendê ji dest nede. PKK’ê tişta diket ser milê xwe bicih anî, niha dora dewletê ye.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û li ser vê yekê PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK’ê, danezana kongreya xwe di 12’ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir û ragihand ku xwe fesix kiriye. Welatiyên Cizîr a Şirnexê, xwestin ku dewlet û hikûmet jî gavan biavêjin.    Cemal Şeker diyar kir ku divê dewlet gavan biavêje û got: “Em hemû kesên ev pêvajo dane destpêkirin û ked dane pîroz dikin û spasiya wan dikin. Em tevek jî dixwazin li vî welatî aştî, aramî hebe. Divê dewlet gavên pêwîst biavêje. Hewceye em vê pêvajoyê bi ser bixin. Ev pêvajo dê neşibe pêvajoyên din û em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser keve.”    'DIVÊ EV FIRSEND JI DEST NEYÊ DAYIN’   Mehmet Emîn Tunç jî got ku divê îktîdar firsenda heyî ji dest nede û ev tişt anî ziman: “Em, aştiyê dixwazin. Em dixwazin pêvajo bi ser keve. Weke gelê Kurd em maf-hiqûqê dixwazin. Hewceye gavên ji bo aştiyê tên avêtin bên xurtkirin. Ji bo pêşketina pêvajoyê jî divê dewlet gavan biavêje. Li gel ku PKK’ê ragihand ku çek daniye, dewletê hêj tu gav neavêtiye. Divê dewlet gavan biavêje ku em jê bawer bikin. Ev gav ji bo dewletê firsende û divê dewlet ji dest nede.”    'PKK’Ê ERKA XWE BICIH ANÎ, DORA DEWLETÊ YE’    Nefîse Boz jî anî ziman ku PKK’ê berpirsyartiya diket ser milê xwe bicih aniye û lê dewlet hêj bêdeng e. Nefîse Boz, got ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê jinan û wiha domand: “Pêdiviya hemû Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Çen hatin danîn lê dewletê hêj tu gav neavêtiye. PKK’ê erka xwe bicih anî û dora dewletê ye. Hewceye em jin xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Berpirsyartî herî zêde li ser milê jinan, dayikan e û em jin dê aştiyê bînin.”    'EM XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’   Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr jî got ku divê dayikên Tirk jî daxilî pêvajoyê bibin û daxwaza aştiyê bikin û wiha pê de çû: “Em dibêjin em bi xwişk-biratî bijîn lê ev yekalî nabe. Divê her du alî bi destên hev bigirin. Divê dayikên Tirk û Kurd bi destên hev bigirin û her du aliyan bikin yek. Em dixwazin li welatê xwe azad bijîn û nasnameya xwe dixwazin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ev şer sed salan jî bidome di dawiya dawî de dê her aştî bê kirin. Em naxwazin êdî tu dayik bigirîn. Kurekî min di têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye û ez naxwazim êdî tu dayik bigirîn.”    Mehmet Malgaz jî got ku ew dixwazin daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin û wev tişt anî ziman: “Divê dewlet û PKK bi hev re gavan biavêjin. Gavavêtin, yekalî nabe. Heke dewlet gavan neavêje dê pêvajo pêş nekeve.”    Fettah Aslan jî bang li her kesî kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin, got hêviya wan heye û xwest dewlet gavan biavêje.    MA / Zeynep Durgut