Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan 2025-05-17 17:11:08   AMED – Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li navçeya Sûr a Amedê li erdê hatine bicihkirin li eywana Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me xwest bi gotinên alimên ve em balê bikşînin ser ziman. Elbet wan kesan qedrê zimanê Kurdî bilind kiriye, ji bo me jî ew gelek qedirbilind in ku loma me jî xwast em bi helbestên wan bajarê xwe bixemilînin.”   Zeynep Yaş wiha got: “Me dil kir ku bi bîra ciwan, zarok û hemû kesên li kolan û kuçeyên me dimeşin bixin ku bi hezaran sal e gelê kurd bi vî zimanî axiviye û van zana, alim û nivîskaran jî bi vî zimanî ilm û zanîn ji me ra mîras hiştine. Ev mîras di bîra civakî de xwedî cihekî giring e. Em ê wekî Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî hewl bidin ku vê bîra civakî xurttir bikin.”   Neviyê Şêx Evdirrehmanê Axtepî, Mehmet Işik beşdarê daxuyaniyê bû û wiha got: “Em li ser navê malbata Şêx Evdirrehmanê Axtepî vê xebatê weke xebateke birûmet dibînin. Hevşaredaran hesasiyetên me li ber çavan girtin û derdê wan xebatên zimanê kurdî ye û danasîna kesên li ser zimanê kurdî xebat dane meşandine. Em spasiya wan dikin.”   Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykûşak jî diyar kir ku xebatên wan tenê dê bi peyaran ve sînordar nemine û destnîşan kir ku dê li gelek kolan, kuçe û parkan bi helbestên kurdî bixemilînin.