Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin 2025-05-17 13:37:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Mafê Mirovan a Herena, diyar kir ku mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan ji hêla rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin.   Komeleya Mafê Mirovan a Herena, der barê tenduristiya girtiya sîyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a ku li Girtîgeha Yezîdê ye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin Zeyneb Celaliyan ji çav, gurçik û mîdeyê nexweş e û ji hêla rayedarên girtîgehê ve tedawiya wê tê astengkirin.    Zeyneb Celaliyan, di sala 1982’an de li bajarê Mako yê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2008’an de li Kirmanşanê bi hinceta “teşebusa li hember ewlehiya neteweyî û li hemberî xwedê şer” ve hate dîlgirtin û cezaya îdamê ji bo wê hate dayin. Piştre Dadgeha Temyîz a Îranê cezaya îdamê daxist a muebetê.   Zeyneb Celaliyan a ku 17 sal e girtî ye, jina yekem a girtiya sîyasî ye ku Îranê cezayê muebetê dayê.