Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin 2025-05-15 10:58:31   AMED - Di danişîna doza 19 rojnamegeran de daxwaza rakirina biryara kontrola edlî ji hêla dadgehê ve hate redkirin û danişîn hat taloqkirin.    Danişîna doza rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê Hezîrana 2022’yan de hatin girtin û salek piştre di danişîna ewil de hatin berdan, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Li dosyaya 16 rojnameger 13 mehan girtî mabûn de dosyaya 4 rojnamegerên din lê hate zêdekirin û hejmara rojnamegerên di dosyayê de tên darizandin derket 20’an. Dosyaya rojnameger Mehmet Şahîn ji vê dosyayê hate cihêkirin û bi dosyayeke li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin re kirin yek dosya. Bi vê yekê re hejmara rojnamegeran daket 19’an.    Ji rojnamegerên tên darizandin Omer Çelîk û Elîf Ungur û parêzerên wan Resûl Tamûr, Gozde Engîn û Bahar Oktay di danişînê de amade bûn. Parêzera rojnameger Azîz Oruç Hazal Sumelî jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Her wiha DFG, MLSA, endamên Weqfa Clooneyê ya Zanîngeha Amsterdamê û malbatên rojnamegeran jî doz şopandin.    Di dozê de ji ewil parêzer Resûl Tamûr axivî û xwest ku tevdîra kontrola edlî were rakirin û materyalên dijîtal ên rojnamegeran bên dayin.    Soydan Karaer ku li ser SEGBÎS’ê weke şahid beşdarî dozê bû jî axivî. Karaer, diyar kir ku îfadeyên wî yên têkildarî Stêrk TV’yê nayên bîra wî û nizane ka têkiliya wê bi rêxistinê re heye yan na.    LI KURÊ BÎÇER Ê AKP’Î HATE GUHDARÎKIRIN   Şahida aşkera Mûstafa Bîçer jî bi parastvaniya polîsan hate danişînê û îfade da. Di danişînê de li Mûstafa Bîçer ku kurê Ayşegul Bîçerê ya bi fermana Wezareta Karên Hundir û bi organîzasyona polîsan li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê hatiye rûniştandin û namzeta AKP’ê ya wekîltiyê bû, hate guhdarîkirin. Bîçer, îdia kir ku bi darê zorê ew derxistina weşana Stêrk TV’yê û nivîs bi darê zorê bi wî dane xwendin. Bîçer, îdia kir ku Stêrk TV kanaleke girêdayî rêxistinê ye û go: “Dema rêveberên payebilind ên rêxistinê diaxaftin, di Stêrk TV’yê de dihatin weşandin û ji bo perwerdeyê lê dihat guhdarîkirin.”    Dozgeriyê jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û danişîn taloqî 18’ê Îlone kir.