'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin' 2025-05-14 09:19:31   STENBOL/WAN - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak diyar kir ku divê li dijî asîmîlasyonê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin û rêveberê KURDÎGEH'ê Gokhan Işik jî di pêşxistina zimên de bal kişand ser girîngiya çapemeniyê.    Kurd xwe amade dikin ku di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî, nerazîbûnên xwe bînin ziman. Gelek sazî xebatên xwe yên ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî didomînin.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî (Komeleya Lêkolînên Kurdî) Heno Ronak ku rewşa kurdî nirxand, got: "Tişta ku neteweyan ji hev vediqetîne ziman e. Mînak ji bo ku mirov ji yekî re bêje îngilîz, divê zimanê wî îngilîzî be. Ya ku çand û cudahiya neteweyekê derdixe holê ziman e. Mînak dema ku behsa Cervantes tê kirin, yek ji bingehên herî girîng ê spanyiyan e. Dema em li kurdî jî dinerin, Ehmedê Xanî tê bîra mirov. Çima Xanî? Di dema wî de zimanê serdest erebî û osmanî bû. Lê wî bi kurdî nivîsand. Girîngiya wî jî ji wir tê. Ya neteweyan ji hev vediqetîne ziman e. Lewma ziman girîng e."    'KURDÎ NEHAT ASÎMLEKIRIN'     Ronak anî ziman ku zimanê kurdî sed sal in qedexe ye û got ku di pêvajoya sedsalî de bandoreke neyînî li zimanê kurdî hatiye kirin. Ronak bal kişand ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê yên li ser kurdî bi ser neketine û got: "Ji ber firehbûna erdnîgariya Kurdistanê û asêbûna wê, pêşî li vê dihat girtin. Heya 20 sal berê jî li Kurdistanê gelek gund ji ber ku hevraz bûn, çûnhatina pir çênedibû. Lê 20 sal in bi bebriçavbûna teknolojiyê, zimanê me zirar dît. Em dibinin ku telefon, televîzyo û komputer bandor li ser civakê kirine. Di 1806'an de di Serhildana Babanzade de û di Osmaniyan de bi taybetî di serhildanên mîrektiyan de helwestele parastina zimên hebû. Helwesteke Xanî li dijî erebî û osmanî hebû ku hemû berhemên xwe bi kurdî nivîsandin. Piştî wî Hecî Qadir heye. Hecî Qadir ji bo sttauya kurdî têkoşiyaye. Ji ber van helwestan kurdî têk neçû."    Ronak diyar kir ku ji bo pêşxistin û zindîkirina kurdî gelek xebat hatine kirin û got: "Li Kurdistanê di medreseyan de perwerdehiya kurdî hat dayîn. Piştî ragihandina komarê kurdî hat qedexekirin. Lê dîsa jî di nav gel de dihat axaftin. Ji ber vê yekê di asîmîlekirina kurdî de bi ser neketin. Karîn heta radeyekê zirarê bidin zimanê me, lê destpêka wêjeya kurdî ya nûjen bi wekî 1935 tê qebûlkirin. Ji Ereb Şemo dest pê dike. Li Bakurê Kurdistanê û beşên din weşana kurdî piştî demeke dirêj dest bi weşanê kirin. Sedema ku mêtingerî û êrişên li ser kurdî bi ser neketin, helwesta ji bo parastina kurdî bû."    'DÊ XEBATÊN ME JI BO STATUYA KURDÎ HEBIN'   Ronak diyar kir ku divê her kes ji bo pêşxistina zimanê kurdî bixebite û ew ê zimanê kurdî tim bînin rojevê. Ronak got: "Di destpêkê de ji dibistanên seretayî heta zanîngehan em ê ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê bixebitin. Em ê çawa vê bikin? Ji bo ku kurdî bibe xwedî statu, em ê bi saziyên xwe re bixebitin. Ya duyemîn jî, divê em hemû karen xwe, rêxistinên partiyên siyasî û sivîl bi kurdî bin. Ya din jî divê em bi malbata xwe û derdora xwe re bi kurdî bixebitin. Divê berpirsiyariya pêşxistina kurdî tenê ne barê saziyan be. Hin qanûnên li dijî kurdî hene ku nahêlin bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev qanûn bê guherandin."    '15'Ê GULANÊ NÎŞANEYA TÊKOŞÎNÊ YE'     Rêveberê Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) ku li Wanê xebatên xwe dimeşîne Gokhan Işik bal kişand ser bandora kovara Hawarê ya di standartkirina kurdî de û got: "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî parastina kurdî, yekîtiya çandî, pêşxistina wêje û hunerê, hişmendiya çandî ye. 15'ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de ji bo kurdên dixwazin nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin, nîşaneya têkoşînê ye jî."    Işik diyar kir ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku dewlet ji bo tunekirina kurdî dimeşîne bi gelek awayan tê meşandin û got: "Çend mînak; qedexekirina zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê, qedexekirina çapemenî û hunerê, zexta li ser axaftina bi kurdî, guhertina navên erdnîgarî û kesayetî, kêmkirina temsîliyeta çandî, belavbûn û koçberkirina civakên kurdan."   Işik destnîşan kir ku Celadet Alî Bedirxan, Musa Anter, Cegerxwîn û nivîskarên din ên kurd bi berhemên xwe zimanê kurdî li hemberî asîmîlasyonê parastiyne û got ku bi pêşketina teknolojiyê re têkoşîn û ronakbîriyeke nû derketiye holê.   Işik destnîşan kir ku hin zaravayên kurdî bi taybetî zaravayê kirmanckî/zazakî ji ber zilm û zordariya li Bakur û Rojhilatê ber bi tunebûnê ve diçe û li hemberî vê yekê bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê. Işik anî ziman ku ji pêşdibistanan eya zanîngehan ji bo pêşî li ber pêşketina zimên vebe, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.