Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e 2025-05-12 15:17:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan piştî daxuyaniya PKK’ê axivî û got ku biryara PKK’ê biryareke dîrokî û girîng e.    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Cîgirê Serokwezîrê Urdunê û Wezîrê Karên Derve û Urduniyên li Derveyî Welat Dijîn Ayman Safadî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî li Enqereyê civiyan.    Piştî hevdîtinê, daxuyaniyeke hevpar hate dayin. Fîdan, di daxuyaniyê de biryara PKK’ê ragihand û got: “Biryareke dîrokî û girîng e. Bi taybet jî ji bo aştiyeke mayinde û îstîqrarê, weke biryareke gelek girîng dibînim. Piştî vê biryarê, gavên divê bi awayekî pratîkî bên avêtin hene. Em vê mijarê ji nêz ve dişopînin.”