Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman 2025-05-11 14:33:56 WAN - KURDÎGEH’ê li Wanê ji bo hestiyariya di mijara zimanê Kurdî de zêde bike, kon vegirt. Di konê hatiye vegirtin de helbest hatin xwendin, dengbêjan stranên xwe gotin û beşdaran gotin ku divê her derê veguherînin dibistanên ziman.  Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Hunerê ya Wanê kon vegirtibû. Îro jî gelek kes çûn serdana konê û çalakî hatin lidarxistin. Li parka kon lê hatiye vegirtin de pankartên “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” û “Statuya Kurdî Perwerdehiya Kurdî” hatin daliqandin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî îro çûn serdana konê. Di serdanan de girîngiya Kurdî hate vegotin û hate diyarkirin ku ji bo zimanê Kurdî neyê jibîrkirin divê her kes têbikoşe.    Di çalakiyê de dengbêjan stranên xwe gotin û helbest hatin xwendin. Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî, bang hate kirin. Ji rêveberên komeleyê Evîndar Akbulut diyar kir ku wan bi boneya 15’ê Gulanê gelek çalakî li dar xistine û got: “Heta 1’ê Hezîranê em ê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Me duh li vir konê ziman vegirt. Çalakiyên me yên li vir dê heta saet 22.00’yê bidomin. Mezintirîn têkoşîna me ji bo hebûna zimanê Kurdî ye. Bi sala ye li dijî zimanê Kurdî poîtîka tên meşandin. Li dijî van polîtîkayan divê em her kolan û malê bikin dibistanên ziman. Sedema vegirtina me ya kon jî ev e. Divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin.”    Piştî axaftinan, çalakî berdewam kirin.