Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin 2025-05-08 13:26:13   AMED - Lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê ku dê di navbera 18-21’ê Îlonê de were lidarxistin, hat dayin.    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fuarvaniya ATÎS’ê dê di navbera 18-21’ê Îlonê de li Amedê Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê li dar bixin. Fuar dê li Navenda Fuar û Kongreyan a Mezopotamyayê bê lidarxistin û lansmana wê li Navenda Gastronomiyê ya li navçeya Bajarê Nû hat dayin.  Gelek kes tev li bûn.    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya di daxuyaniyê de got ku wan Amed veguherandine yek ji bajarên fuaran û got: “Di sala 2025’an de me 4 fuar li dar xistin. Em ê sala xwe bi 8 fuaran bi dawî bikin. Cara ewil e dê li derveyî Stenbol û Enqereyê fuar bên lidarxistin. Êdî Amed dê bibe navenda sêyemîn a fuaran. Hunermend, wênesaz û hwd. dê hevparên girîng ên fuarê bin.”    NAVEROKA FUARÊ   Serokê Fuarvaniya ArtTîgrîsê Bîlgîn Aygul jî ev tişt anî ziman: “Ev çalakî dê bibe yekemîn fuara hunerê ya herêmê. Weke bîenal, mihrîcan û fuarê tê amadekirin. Ji hemû bajarên Tirkiyeyê û welatên cîran galerî, komên hunermendan û hwd. dê di fuarê de cih bigirin. Ji resman heta, peyker, seramîk, grafîk, wêne, dijîtal art, medyaya nû, amûrên hunerî, koleksiyon û weşanên hunerê dê tê de cih bigirin. Dê di nava 4 rojan de 20 gotûbêj, 4 konser û xebatên atolyeyê bên lidarxistin.”    LI BENDÊ NE 50 HEZAR KES TEV LI BIBIN   Aygul, da zanîn ku dê serdanên fuarê bipere bin û got: “Xwendekarên dibistanên amadehî û fakûlteyên şêwekariyê dikarin bêpere têkevin fuarê. Tevî komên hunermendên welatên cîran jî, em armanc dikin ku hezar hunermend tev li bibin. Em li bendê ne ku zêdetirî 50 hezar hunerhez bên serdana fuarê.”