'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê' 2025-05-06 09:35:15   WAN - Endama Komeleya Jinan a Mimozayê Şehrîban Şekerê bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li Kurdistanê tên meşandin û got: "Bi têkoşîneke hevpar dikare bersiveke xurt ji van polîtîkayan re were dayîn."   Komeleya Jinan a Mimoza ku di sala 2020’î de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hat avakirin, têkoşîna xwe ya li dijî newekheviya zayendî û tundiya li ser jinê didomîne. Komeleya ku li dijî her cure tundiyê tevdigere, ji roja ku hatiye damezrandin heta niha li dijî tundiya fizîkî, derûnî, zayendî, aborî, civakî û çandî têdikoşe. Komeleya ku xebatên pirzimanî û pirnasnameyî dimeşîne, bûye navnîşana ku jinên xwedî nasnameyên cuda serî lê didin. Komele ji bo piştgiriya jinên ku serî lê didin, bi kurdî, tirkî, erebî, îngilîzî û farisî xizmetên şêwirmendî û hevgirtinê dide.   Endama Komeleya Jinan a Mimoza Şehrîban Şeker a ku beşdarî 28'emîn Kongreya Asayî ya Stargehên Jinan û Navendên Piştevaniyê ya li Wanê bû, diyar kir ku heta mirinên biguman ên jinan bên çareserkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.   MIRINÊN BIGUMAN   Şehrîban Şekerê diyar kir ku li welêt mirinên biguman ên jinan nayên ronîkirin û got ku bi salan e aqûbeta Gulistan Dokûyê nayê zanîn û delîlên di dosyeyê de hemû hatine windakirin û tunekirin.   Şehrîban Şekerê îşaret bi mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî kir û tekez kir ku hin dezgehên ragihandinê hewl didin ku têgihîştina xwekuştinê çêkin. Şehrîban Şekerê got: "Ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyeyê, gelek agahî nayên bidestxistin. Hewl didin feraseta xwekuştinê biafirînin, lê helwesta malbat û jinan diyar e. Em bawer nakin ku xwe kuştine; bêguman ev mirina jinê ya bi guman e. Em ê vê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin. Binpêkirinên cidî yên li ser jinan hene."   BANDORA POLÎTÎKAYÊ   Şehrîban Şekerê bal kişand ser rola dewletê ya di windakirina jin û zarokan li bajarên Kurdistanê û zêdebûna mirinên bi guman de û got ku polîtîkayên li herêmê tên meşandin di çarçoveya konsepta şerê taybet de tên pêşxistin.    Şehrîban Şekerê bilêv kir ku têkoşîna jinê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî din tê meşandin û got ku dewlet li her du herêman polîtîkayên cuda dimeşîne.    Şehrîban Şekerê destnîşan kir ku rêxistinên jinan li dijî van polîtîkayan xeteke hevpar a têkoşînê ava kirine û got ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin hin saziyên jinan qels mane.    Şehrîban Şekerê bilêv kir ku li Tirkiye û Kurdistanê beden, nasname û vîna jinê bi destê dewletê tune tê hesibandin û got: "Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bandorê li hemû jinan dike. Bi destê dewletê jin daxilî nava tiryak û fuhûşê tên kirin. Komeleyên jinan ên ku vê yekê eşkere dikin jî bi polîtîkayên çewisandinê re rû bi rû dimînin. Lê bi têkoşîneke hevpar dikare bersiveke xurt ji van polîtîkayan re were dayîn."