HPG: Dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êriş kir 2025-05-04 10:18:54 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Nîsanê aşkera kir. HPG’ê da zanîn ku tevî biryara wan a agirbestê jî dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êrişî hêzên wan kiriye.  Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê Adarê de hate ragihandin, êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Nîsanê aşkera kir.    HPG’ê, diyar kir ku hêzên wan li gorî biryara agirbestê tevgeriyane û dîsa jî artêşa tirk êrişên xwe bênavber domandiye. HPG’ê da zanîn ku di êrişên dewleta tirk de 4 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk di meha Nîsanê de 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrişê, 3 caran bi çekên kîmyewî (fosfor), 2 caran bi droneyên bombebarkirî, 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 9 hezar û 693 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrişî hêzên wan kiriye.    HPG’ê, destnîşan kir ku hêzên wan jî di çarçoveya xweparastina rewa de 17 caran dest li êrişan werdan.