Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir 2025-05-03 21:48:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî, derbarê koça dawî ya Sirri Sureyya Onder de peyamek weşand û got ku gelê kurd dostekî rastîn û hevrêyekî dilsoz winda kir.   Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya wefata irri Sureyya Onder peyamek nivîskî weşand.   Peyama Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talabanî wiha ye:   “Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya wefata endamê Şandeya Îmraliyê Birêz Sirri Sureyya Onder wergirt. Bi boneya vê xemgîniya kûr, ez sersaxî û sebrê ji malbata wî ya hêja re dixwazim. Her wiha bi taybetî sersaxiyê li DEM Partiyê û hemû kesên ku baweriya wan bi çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê heye, dikim.   Sirri Sureyya Onder hevalekî naskirî bû ku ji bo gelê Kurd dilsoz bû. Bi helwesta xwe ya bi biryar di parastina mafên rewa yên gelê Kurd de di demên cuda de bal kişand ser xwe; Wî hewl da ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê ava bike û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike. Wefata wî windahiyek mezine. Gelê Kurd dost û hevrêyekî dilsoz û fedekar winda kir.   Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku rehma xwe li Birêz Sirri Sureyya Onder bike, sersaxî û sebrê ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazim.”