Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin! 2025-05-01 09:17:58   DÎLOK - Li bajarê herî mezin ê Kurdistanê Dîlokê karkerên ji bo kar li kêlekên rêyan dısekının diyar kirin ku ew ê 1’ê Gulanê bi xebatê derbas bikin û gotın ku pêwîstî tiştî bi mirov dide kirin.    Kuçe û kolanên taxên Dîlokê ku mezintirîn bajarê karkeran ê Kurdistanê ye, her sibe bi karkerên ku hewl didin xwe bigihînin kargehê tijî dibin. Karkerên ku diçin fabrîqeyan, sê vardiyeyan dixebitin; serê sibehê 08:00, nîvro 16:00 û bi şev 24:00. Li gorî daneyên fermî 300 hezar kes li bajarê ku 5 qadên pîşesaziya organîze lê hene dixebitin. Bi hezaran karker ji mecbûrî wê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de jî bixebitin.    BENDÊMAYÎN   Piraniya karkeran piştî zexta dewletê ji herêmên cuda yên Kurdistanê koç kirine. Welatiyên ku bi darê zorê ji axa xwe hatine qutkirin, li Dîlokê ji bo debara xwe bikin ji sibehê heya êvarî di febrîqeyan de dixebitin. Karker carinan 8 saetan, carinan 16 saetan dixebitin û 2 saetan carekê 10 deqeyan bêhna xwe vedidin. Karkerên nobedariya şevê ji bo ku nekevin xewê, rêbazên curbicur bi kar tînin. Karker diyar dikin ku diyaloga bi wan re jî li gor febrîqeyê diguhere û pîşesaziya organîzeyê wekî "cihê ku pergala koletiyê lê dewam dike" pênase dikin.    Karkerên ku li pîşesaziya organîzeyê di şertên giran de dixebitin, wê di 1'ê Gulanê de jî bixebitin.    Karker Osman Yamaç (47), anî ziman ku ji 7 saliya xwe ve dixebite. Yamaçê li Pîşesaziya Organîze ya Başpinarê dixebite, bal kişand ser berxwedanên karkeran ên îsal û got: "Ferqeke pir hindik di ser meaşê kêm re tê dayîn. Karker tenê bi şert û mercên jiyanê re mijûl e. Hişê karke rne li sera ye. Jiyana wan a civakî tune ye. Gelek ji wan televîzyonê jî temaşe nakin. Dawet, ger hwd. tune ye. Ji malê diçe kar, ji kar diçe malê. Pereyê distîne jî wan teselî nake. Ez bi pereyê ku distînim debara 5 kesan dikim. Em ê di 1'ê Gulanê de jî bixebitin."   Mîkaîl Taşkiran (63) ku ajovanê serwîsa febrîqeyan e got: "Meşaê kêm 22 hezar TL ye, lê kirêya malê 15 hezar TL ye. Em ê çawa debara xwe bikin? 1'ê Gulanê Cejna çi ye? Gel 1'ê Gulanê ji bîr kiriye. Cejnê ji bîr kiriye. Di bêrîka kesî de pere tune ye. Ez 63 salî me û hê jî dixebitim. Em serê sibehê saet di 5'an de dest bi kar dikin."   Samet Buyukaslan (19) jî anî ziman ku mobbînga ku tê kirin zorê dide wî û got: "Febrîqe ne cihê ku mirov lê bixebite. Em li vir tên eciqandin."    Yûsûf K. (45) got ku ji bo karkeran tu carî kar baş nameşe û got ku ew her sal 1'ê Gulanê di şert û mercên hîn zehmettir de pêşwazî dikin.    Tahîr Y. jî bal kişand ser şert û mercên kar û got ku ew tim di nava berxwedanekê de ne.    MA / Ceylan Şahînlî