Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat 2024-04-27 21:40:03   STENBOL - Nûçegihana ajansa me Esra Solîn Dal ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal ku di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hat binçavkirin, duh bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.    Dal, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat. Dal wê bi rêya parêzerên xwe giliyê rêveberiya girtîgehê bike.